Qeter li dijî vegera Şamê ye

Nûçeyên Cîhan

Şemî 15 Nîsan 2023 - 02:10

  • Serokwezîrê Qeterê got, “Helwêsta Qeterê diyar e: Sedemên rawestandina endametiya Sûriyê hebûn û heta niha jî ev sedem hene.”

Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdulrahman Al Sanî ji bo daxuyaniyên, dibêjin Sûriye wê vegere nava Yekitiya Ereban, got, ev "spekulasyon" e.

Li Erebistana Siûdî, Qatar jî tê de neh welatên Ereban wê derbarê Sûriyê de bicivin. Beriya civînê Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî got, “Ti tişt nehate pêşniyazkirin. Daxuyaniyên dibêjin, Sûriye wê vegere nav Yekîtiya Ereban spekulasyon in.”

Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû civîn pêk were. Di 19’ê Gulanê de, li Erebistana Siûdî civîna asayî ya Yekîtiya Ereban wê were lidarxistin.

Endametiya Sûriyê di nav yekîtiyê de piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011’an hatibû rawestandin. Serokê Dewleta Sûriyê Beşar El-Esed jî di warê dîplomatîk de û di qada navneteweyî de, bi taybetî li welatên Ereban hatiye îzolekirin.

Serokwezîrê Qeterê got, “Helwêsta Qeterê diyar e: Sedemên rawestandina endametiya Sûriyê hebûn û heta niha jî ev sedem hene.”

Qeter tevî dewleta Tirk, piştgiriyê dide komên çete yên li Sûriyê û çeteyan fînanse dike.

El Sanî got, "Şer rawestiyaye, lê Sûriyeyî hîna venegeriyane malên xwe. Divê çareseriyeke siyasî hebe."

El Sanî destnîşan kir ku beriya çareseriya siyasî, em ê ti gavan neavêjin.

Di 13’ê Nîsanê de, Erebistana Siûdî diyar kiribû ku ji bo dawî li krîza Sûriyeyê bînin û tecrîda dîplomatîk a cîhana Erebî li ser Sûrî bi dawî bikin, wan ‘tevdîrên pêwist’ nîqaş kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.