Qenciya “Die Toten Hosen”

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 25 Sibat 2023 - 00:30

Koma navdar a muzîkê ya Elman Die Toten Hosen, doh êvarê saet 21:30´an konserek li hola “PSD Bank Dome” a li bajarê Dusseldorfê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re organîze kir. Ev koma ku sala 1982´yan ji tevgera Punk a Elman peyda bû, îro jî ji komên muzîkê yên herî navdar û serketî ye li Elmanyayê. Wê 10 hezar û 500 bilêtên ji bo konserê 15 Sibatê di nava 60 saniyeyan de firotin.

Di encamê de komê heta niha 600 hezar euro alîkariya ji bo mexdûran da 3 rêxistinên alîkariya insanî yên ne girêdayî dewletan. Kom her wiha T-shirtan jî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê difiroşe û bang li xelkê dike da ku alîkariyê bidin her sê rêxistinên insanî ji bo mexdûrên erdhejê. Gelek kanalên radyoyê û xizmetên înternetê yên Telekoma Elmanyayê jî konserê zindî û bê pere diweşînin. Yanî di dema weşandina konserê de jî bang li xelkê hat kirin da ku alîkariya insanî bikin.

Bajarê Dusseldorfê jî mesrefên ji ber konserê ji komê nestandin û bi vî awayî mîqdara alîkariyê zêde kir.

Komê alîkariyên berhev kirin wê bide rêxistinên li jêr:

Medico International e.V.  http://medico.de/drei-akkorde

Bijîşkên Sînornenas (Ärzte ohne Grenzen) http://bit.ly/3Iyqnte  

Xaça Sor a Elman (Deutsches Rotes Kreuz e.V) https://drk.de/drei-akkorde

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.