Qedexeya peywendiyê

Duşem 15 Gulan 2023 - 14:50

Derbarê 5 jinên ku ji ber beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûne hatibûn girtin, qedexeya peywendiya bi telefonê hat danîn.

Her roj binpêkirinên rejîmê yên li ser girtîgehên Îranê zêdetir dibin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Ferîba Kamalabadî, Mahoş Tabit, Narges Mihemedî, Golrox Îraî û Faîzeh Haşimî ji ber ku beşdarî konferansa "Diyaloga rizgarkirina Îranê" ya Nîsana bihurî bûne, hatibûn girtin. 5 jinên li Girtîgeha Êvînê girtî ne, mafê wan ê hevdîtina bi rêya telefonê hat astengkirin.

Gelek siyasetvan û çalakvan beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûbûn û peyamên girtiyên siyasî li ser tora dîjîtal a “Clubhouse” hatibû xwendin. Dezgeha dadweriya Îranê derbarê konferansê de lêpirsîn dabû destpêkirin û gazî hinek beşdaran jî kiribû ji bo îfadeyê bidin û ew girtibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.