Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Xelk li Landwehrplatzê bi çira û meşaleyan di navenda bajêr re buhurî û gihîşt Burgerparkê. Saziyên Elman “Aktion 3. Welt Saar e.V”, “Saarlandischen Fluchtlinsrates e.V” bi pankarteke mezin xwestin mafên Kurdan neyên binpêkirin û li Elmanyayê qedexekirina PKK´ê bê betalkirin.
SAARBRUCKEN