Qedexe nebe em ê nizanibin Kurdî ye

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:27

  • Qeymeqamiya navçeya Stenbolê Fatîhê, nîşandana stand up a 'Dawiya dawî'  ya Ozcan Ateş bi derhêneriya Kemal Gokhan Gurses, bêyî hincetekê nîşan bide, qedexe kir. 

Qeymeqamiya navçeya Stenbolê Fatîhê, nîşandana stand up a 'Dawiya dawî'  ya Ozcan Ateş bi derhêneriya Kemal Gokhan Gurses, bêyî hincetekê nîşan bide, qedexe kir. 

Di çarçoveya kampanya "Em jiyaneke nû ava bikin" a Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP'ê de, wê li Dika Hunerên Nîşandanên Avê, stand upa "Dawiya dawî" bihata nîşandan. Lê belê, Qeymeqamtiyê ev qedexe kir.

Qemeqamtiyê bêyî ku hincetekê nîşan bide, ji rayedarê Dika Hunerên Pêşandanên Avê, Ayhan Ûslû re ragihand ku nîşandana stand upê hatiye qedexekirin.

Ciwanên HDP'î piştî astengkirinê, kirin ku lîstik li avahiya partiyê ya Bagcilarê bê nîşandan. Wan qedexe wiha pûç kir.

Qeymeqamiyê jî bi bîra me xist ku dewleta Tirk bi qeymeqam û qeyûmên xwe ji bo tinekirina Kurdan û Kurdî dixebite.  

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.