Pûtîn xwe ji tiştekî nade alî

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:39

  • Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji “neteweya Rûs” re peyivî û nexasim bal bire ser aloziya bi dewletên rojavayî re.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li welatê xwe seferberiya qismî ragihand û diyar kir ku heger gef li ser berjewendiyên Rûsyayê çêbibin, ew ê “hemû çekên li ber destê xwe bi kar bînin.”

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji “neteweya Rûs” re peyivî û nexasim bal bire ser aloziya bi dewletên rojavayî re.

Pûtîn got, armanca hêzên Rojavayî ‘tinekirina Rûsyayê ye’: “Bi rengekî eşkere dibêjin, sala 1991’ê wan karîbû Sovyetê û Rûsyayê parçe bikin. Niha di navbera me de dijminatî heye. Terorîstên li Kafkasyayê fînanse kirin, dijminatiya li Rûsyayê afirandin. Ev yek di heman demê de peywendiya xwe bi Ukraynayê re jî heye ku li xaka wan niyeta li dijî Rûsan heye. Şerê ku sala 2014’an dest pê kir, ji aliyê welatên rojava ve hate destpêkirin.”

Pûtîn şerê li Ukraynayê nirxand û îdîa kir ku leşkerên Rûs ji bo parastina herêma Donbassê “rahiştine çekê.”

Pûtîn got, piştî şer dest pê kir, wan ji bo ‘çareseriyên aştiyane gelek pêşniyazên berçav li welatên rojavayî kirine’: “Welatên rojavayî ev yek red kirin û peyman hemû sekinandin. Çek dan Ukraynayê, leşkerên wan ji aliyê NATO’yê ve hatin perwerdekirin, bi rêya tundî û tirsandinê pêleke zextê Ukrayna xist nava xwe.”

Pûtîn got, welatiyên wan ev tundî dîtine û wiha dewam kir: “Li hin bajaran ji me xwestin ku em referandûmê bikin. Ez radigihînim ku em ê piştgiriyê bidin van hewldanên wan.”

Pûtîn destnişan kir ku ew piştgiriyê dide pêşniyaza Wezareta Parastinê ya ji bo seferberiya qismî û got, “Tenê welatiyên di lîsteyên cihgir de ne wê bêne seferberkirin. Dema destpêkirina vê seferberiyê îro ye, 21’ê Îlonê ye. Yên ku bang li wan hate kirin wê mîna leşkerên bi peyman xwedî heman avantajan bin.”

Vladimîr Pûtîn her wiha da zanîn ku bicihkirina kapasîteya bilind a leşkerî giring e û ragihand: “Welatên rojavayî di polîtîkaya êrişkar de sînor hemû binpê kirin. Dikarin li Qirim û xaka din a Rûsyayê bixin. Hin keştî, balafirên NATO’yê bi rê ketin. Welatên rojavayî zextê li Ukraynayê dikin da ku li hemberî Rûsyayê bêhtir êrişkar be. Ji bo welatê me bi çewisînin li wir in. Şantajeke nukleerî jî gengaz e, em vê dibînin. Rûsya her wiha bi hin çekên giran hatiye bihêzkirin. Heger gef li berjewendiyên Rûsyayê bê xwarin, em ê hemû çekên di destê xwe de bi kar bînin.”

Hat zanîn ku 300 hezar kesên li ser lîsteyên seferberiya qismî wê tevlî nav refên artêşa Rûs bibin. 

Welatên rojavayî bersiv dan

Têkildarî mijarê, wezîra karên derve ya Ingilîstanê Gillian Keegan got, “Ragihandina seferberiya qismî ji aliyê Pûtîn ve, dê rewşa li Ukraynayê aloztir bike. Dê Brîtanya tevî NATO`yê destekdayîna Kîevê bidomîne.”

Gillian li ser axaftina Pûtîn got, ev gaveke metirsîdar e.

Cihgirê serokwezîra Elmanyayê û wezîrê aboriyê Robert Habeck jî got, “Seferberiya qismî li Fedrasyona Rûsyayê gaveke xirab û şaş e û dê rewşa Ukraynayê xirabtir bike.”

Habeck piştrast kir ku welatê wî piştevaniya Ukraynayê wê bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.