Pûtîn ji Rûsan xwest xwe feda bikin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 10 Gulan 2023 - 02:23

  • Roja serketinê ya li dijî Elmanyaya Naziyan, li Ewrûpayê 8’ê Gulanê li Rûsyayê jî 9’ê Gulanê tê pîrozkirin.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma leşkerî ya bi wesîleya Roja Serketina li dijî Naziyan a 9’ê Gulanê de got, “Hiyerarşî di noqteyeke nû ya diyarker de ye. Li dijî welatê me şer hat îlankirin.”

Roja serketinê ya li dijî Elmanyaya Naziyan, li Ewrûpayê 8’ê Gulanê li Rûsyayê jî 9’ê Gulanê tê pîrozkirin.

Li Moskovê merasîmeke leşkerî doh hat lidarxistin ku bi hezaran leşker tevlî bûn. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku welatên rojavayî li dijî Rûsyayê şer îlan kirine û banga “serketinê” kir.

Pûtîn got: “Hiyerarşî di noqteyek cuda ya vegerê de ye. Li dijî welatê me şerek hatiye destpêkirin. Niha ti tişt qasî wezîfeya we ya leşkerî girîng nîne. Ewlehiya welêt li ser milên we ye, pêşeroja dewlet û gelê me girêdayî we ye.”

Merasîm li Meydana Sor hat kirin û alên Rûs û Sovyetê hatin hildan.

Di şerê 15 mehan ên li Ûkraynayê de artêşa Rûsyayê li gorî medyayên rojavayî ji ber windahiyên giran “lawaz bûye.”

Artêşa Rûsyayê bi mehan e hewl dide ku bajarê Baxmûtê bigire ku barageha navenda şer a rojhilatê Ûkraynayê ye.

 

Peymana dexl ji mêj pûç bûye 

Herçî peymana li ser firotina dexlê Ûkraynayê ye jî li gorî Ûkraynayê ji mêj peym,an di pratîkê de betal bûye û 90 keştiyên bar li nav avên Tirkiyeyê li bendê ne ku destûrê wergirin. Mohleta fermî ya peymanê jî 18´ê Gulanê bi dawî dibe.

MOSKOV/KÎEV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.