• Pompeo bal kişand ser 'piştgiriya' Tirkiyeyê ya ji bo Azerbeycanê û 'Bicihkirina hêzên Sûriyeyî li herêmê' û got, "Me qala çalakiya wê ya li Lîbyayê kir ku hêzên ji welatên sêyemîn bi cih kiriye û çalakiyên li Rojhilatê Derya Spî kir. Vê lîsteyê dikarim dewam bikim."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku ew bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re li ser çalakiyên 'gelekî agresîf' ên Tirkiyeyê axiviye.
Pompeo Duşemê serdana Fransayê kir û piştre derbasî Stenbolê bû. Pompeo ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re axivî û got, "Serok Macron û min, ji bo nîqaşkirina çalakiyên dema dawî yên Tirkiyeyê gelekî hewl dan û me qebûl kir ku gelekî agresîf e."

Pompeo bal kişand ser 'piştgiriya' Tirkiyeyê ya ji bo Azerbeycanê û 'Bicihkirina hêzên Sûriyeyî li herêmê' û got, "Me qala çalakiya wê ya li Lîbyayê kir ku hêzên ji welatên sêyemîn bi cih kiriye û çalakiyên li Rojhilatê Derya Spî kir. Vê lîsteyê dikarim dewam bikim."

Pompeo paşê got, "Helwêsta Emerîkayê welê ye ku navneteweyîbûna vî şerî zerarê dide her welatê pêwendîdar. Ji ber vê yekê me bang li welatan hemûyan, çi Rûs çi Tirk çi jî yên din, kir ku dest ji destwerdana li Lîbyayê berdin. Heman rewşa Tirkan li Azerbeycanê jî heye. Em bi fikar in. Ji ber ku kapasîteya leşkerî ya Tirk bi zêdehî tê bikaranîn. Ewropa û DYE, ji bo Erdogan îqna bikin ku ev çalakiyên wî bi kêrî gelê wî nayên, divê bi hev re bixebitin."

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê piştî Tirkiyeyê wê serdana Gurcistan, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qatarê bike. Di rojeva fermî ya serdana Tirkiyeyê de hevdîtinek bi rayedarên Tirk re nîne.

NAVENDA NÛÇEYAN