- Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarê ingilîstanê Shefieldê li ber avahiya şaredariyê çalakiyek hat lidarxistin.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê li bajarê ingilîstanê Shefieldê li ber avahiya şaredariyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de hevkariya malbata Barzanî ya bi dagirkeran re jî hat şermezarkirin.
Tevî Kurdên ji çar parçeyan, gelek dostên Kurdan jî tevlî meşê bûn. Nûnerên rêxistinên Kurdan li vir peyivîn û xwestin malbata Barzaniyan dev ji xiyaneta li dijî Kurdistanê berde. Di çalakiyê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyaneta mala Barzanî”, “Tirkiyeya terorîst” hatin gotin”.
Piştî bi dawîbûna mîtîngê, polêsê Ingilîz bê sedem hewl da alayên PKK´ê û wêneyên Rêber Ocalan desteser bike. Polês îdîa kir ku wêne û ala li dijî qanûnan in, lê Kurdan û dostên wan li hemberî vê helwêsta polêsan li ber xwe da. Polês bi cop û gazê êrişî xelkê kir, zarokek û 3 kesên din birîndar kirin, lê bi xelkê nekarîn û ji meydanê rebviyan.
SHEFILED