- Komeke bi navê 'Bern Revolutionary Youth Group (Koma Ciwanan a Şoreşger a Bernê)' berpirsiyariya çalakiyê xiste ser milê xwe.
Di dema xwepêşandaneke li Bernê ya sala 2017´an de bi îdîaya ku pankarteke li ser “Kill Erdogan” (Erdogan bikuje) hildane li 4 kesan doz hate vekirin û di îdîanameyê de ev 4 kes bi bangkirina li xelkê ji bo “sûc bikin” yan jî “şidetê bikin” tên tohmetbarkirin.
Ev her 4 kes ji çepa alternatîf a Swîsreyê ne û wan di dema çalakiyeke ji bo demokrasiyê ev pankart hildabû. Li ser pankartê “Kill Erdogan with his own weapons’’ (Bi sîlehên wî bi xwe Erdoganî bikuje) dinivîsî. Di wê xwepeşandanê de qederê 150 kesî beşdar bûbûn.
Komeke bi navê 'Bern Revolutionary Youth Group (Koma Ciwanan a Şoreşger a Bernê)' berpirsiyariya çalakiyê xiste ser milê xwe. Li ser gilî û protestoya dewleta Tirk, Wezareta Federal a Kar û Barên Derve a Swîsreyê lêpirsîn da destpêkirin.
Navê kesên doz li wan hatiye vekirin, li raya giştî nehatiye eşkerekirin. Rûniştina dozê a destpêkê li Dadgeha Bernê bi rê ve çû. Beriya rûniştin dest pê bike, komeke ji qederê 50 kesan a piştgiriya tohmetbaran dikir, li pêşiya dadgehê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Gava yekî ji wan pankarteke li ser “Killer Erdogan” (Erdoganê qatil) dinivîsî, hilda, polês dest werda wî xwepêşandêrî.
BERN