- Yekşema bê (27’ê Adarê) li kantona Bernê rêveberiya ji 7 kesan a kantonê û meclîsa ji 160’an a kantonê tê hilbijartin.
ERDOĞAN ZAMUR / BERN
Yekşema bê (27’ê Adarê) li kantona Bernê rêveberiya ji 7 kesan a kantonê û meclîsa ji 160’an a kantonê tê hilbijartin. Yek ji namzetan Haşim Sancar û yê din jî hevserokê Înstîtuya Kurdî Cemal Ozçelîk e.
Ji Partiya Keskan Haşim Sancar jî namzetê parlamenteriya meclîsa kantonê ye. Ew ji sala 1982’yan ve li Swîreyê dimîne û ji damezrênerên Navenda Dermankirina Êşkenceyê ya Xaça Sor e. Ew di heman demê de rêveberê buroya Bernê ya rêxistina alîkariya mirovên seqet Pro Infirmis e jî. Haşim Sancar ji Grünes Bündnisê (Yekîtiya Kesk) di parlamena bajêr a Bernê de ye. Niha ew namzete ku bikeve meclîsa kantona Bernê.
Ew dibêje, “Ji saziya polêsan heta bi rêveberiyên zanîngeh û nexweşxaneyan bi qanûnên kantonê tên birêvebirin. Ji ber wê jî siyaseta herêmî muhim e. Mafê dengdanê yê hin kesên seqet ji dest wan hatiye girtin. Ez ê li dijî vê tê bikoşim. Projeyên min li dijî enerjiya fosîl jî hene, weke panelên rojê li ser banan. Pirsgirêkên koçberan, mafê dengdanê, pirsgirêkên teqawîtbûyiyan wê bibin mijarên ez bi wan dakevim.”
Cemal Ozçelîk li navçeya Mêrdînê Dêrikê hatiye dinê û ev 26 sal in ku li paytexta Swîsreyê Bernê dimîne. Ew ji zanîngeha Bernê ji beşa Arkeolojî, Etnolojî û Fîlolojiya Rojhilata Nû derçûye. Ew hevserokê Înstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ye.
Ozçelîk dibêje ew ê nexasim bi pirsgirêkên civaka Kurd dakeve û wiha dipeyive: “Di asta kantonê de du pirsgirêk derdikevin pêş. Yek jî mafê welatîbûnê ye, ya din jî ew e ku rayedarên kantonê carinan bi hincetên cihê mafê îqametê dirêj nakin. Ez bawer dikim ku ez ê nexasim jî ji pirsgirêkên jin û ciwanên koçber re bibim çareserî. Gava ez vê dikim jî, ji bo zimanê min ê dayikê, Kurdî li dibistanan bê hînkirin, hewldanên xwe jî ez ê dewam bikim.”