• Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û Claudia Friedl êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd ji hikûmeta xwe pirsîn. 

Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina û Claudia Friedl êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd ji hikûmeta xwe pirsîn. Wan di rûniştina parlamenê de li ser helwêsta Konseya Federal a têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan û têkiliya bi dewleta Tirk re pêşnûma pirsek pêşkêş kir.

Fabian Molina got, gelek nûçe hene ku dibêjin, artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê gazên bi jehr bi kar anîne û Tirkiyeyê bi vî rengî Protokola Cenevreyê, Peymana Çekên Biyolojîk, Peymana Çekên Kîmyewî û hiqûqa navneteweyî ya li ser vê mijarê, binpê kirine. Fabian Molina ji Parlamena Neteweyî ya Swîsreyê ev pirs kirin:

- Gelo Swîsreyê ji Hikûmeta Tirk xwest ku daxuyaniyekê bide?

- Kîjan mijar di kîjan astê hate nîqaşkirin?

- Gelo Swîsre bi lêpirsîneke serbixwe ya saziyeke navneteweyî yan jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve girêdayî ye?

- Gaza ku tê texmînkirin hatiye bikaranîn, gelo berhema Swîsreyê ye? Gelo mirov dikare xwe li vê kerr û kor bike? 

Claudia Friedl jî di pêşnûmaya xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk li warên sivîlan xistiye. Wê jî ev pirs kirin:

- Haya Konseya Federal ji van sûcdariyan heye?

- Gelo tê zanîn ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na?

- Amade ye ku têkildarî van bûyeran lêpirsîneke navneteweyî bixwaze yan jî piştgiriyê bide?

BERN