PKK manîfestoya bindestan e

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 03:10

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin:"Salvegera 46'an a damezrandina partiya me PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gelê Kurd, gerîlayên me, gelên bindest ên cîhanê û jinan pîroz be." KJK'ê şehîdên pêşeng bi bîr anî û wiha got:"PKK weke bersiva li şehadeta hevrê Hakî Karer veguherî heqîqetekê û bi Hakî, Mazlûm, Ferhat, Hayrî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Delal, Herekol, Berwar, Sara û Rûken, Rojhat û Erdal, Asya û Rojger, şehîdên me yên enternasyonal Gulnaz, Lêgerîn, Azîz û bi hezaran şehîdên me yên leheng bû hebûn, hebûna xwe nîv sedsal e mayinde kir. Li pêşiya bîranîna şehîdên me yên leheng bi minetdarî û hurmet em bejna xwe ditewînin û biryardariya xwe diyar dikin ku bi xeta azadiyê ya PKK'ê em ê bersivê bidin bîranîna wan. Rastiya Rêber Apo û şehîdan garantiya serketin, hebûn û dilsoziya bi vê rastiyê ye. Rastiya PKK'ê ku veguheriye manîfestoya hemû bindestan, li dijî dijminê faşîst serweriya mêr, dagirker û mêtinger di her gavê de îradeya Kurdbûyîn, jinbûyîn û mirovahiyê mezin kir, kir xwedî kesayet. Bû navê wê yekê ku bêyî bibe desthilatdar gelan û jinan xurt bike, jiberan têk bibe û kesayet û nasnameyê bide afirandin. Bi pêşengiya Rêber Apo, ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' bi rê ket û heta roja îro bi stratejiya Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk mîrateyeke mezin a şoreşê afirand. Ji bo jinê Artêşbûna Jinê, Partîbûna Jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Konfederalîzma Demokratîk a Jinê û bi jineolojiyê re sîstema azadiyê ya jinê, mîrateyeke azadiyê ya jinê afirand.

Sala 47’an wesîleya serketinê ye

Di salvegera 46'an a damezrandina partiya me PKK'ê de di nava têkoşîna xwe ya azadiyê em hîn bêhtir bi biryar in. Li Îmraliyê ku rejîma tecrîdê dewam dike, Rêber Apo hîn jî di nava tecrîdeke giran de ye. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de êrîşên herî giran li hemberî Kurdistanê, jinên Kurd, zarokên Kurd, cografya Kurdistanê û gerîla têne kirin. Di salvegera 46'an a damezrandina partiya xwe de em bi biryar in ku li dijî êrîşên qirker û sîstema tecrîdê ya faşîst têkoşîna herî xurt û encamwergirtinê bimeşînin. Bi destpêkirina sala 47'an a partiya me PKK'ê re pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê armanca me ya herî mezin e, biryardariya me ye. Têkoşîna ku em ê di sala 47'an de bimeşînin wê bibe wesîleya serketinên mezin. Dîsa bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, em hemû hevrêyên jin, dayikên xwe, jinên ciwan, zilamên ku li hemberî tundiya mêran helwesta xwe nîşan dane ên li hemû deverên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe dane qadan û bi biryardariyeke mezin dengê xwe bilind kirine, silav dikin û vê çalakgêriya wan pîroz dikin. Careke din hevgirtina têkoşîna jinan a li gel têkoşîna PKK’ê nîşan dane. Girêdayî vê yekê em weke KJK’ê di serî de jinan, bang li hemû gelê xwe û hevrêyên enternasyonal dikin ku 27’ê Mijdarê ku cejna vejîna azadiya jinan û gelan û cejna azadiyê ye, bi awayê herî biheybet û watedar pîroz bikin û bi awayê herî xurt tevlî çalakiyan bibin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.