Piştî dansê kolaj kişf kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Tebax 2021 - 12:00

Lisa Morales hunermendeke Emerîkî ye ku hîna zarok bi teşwîqa metikeke xwe -mamosteya dansê- elaqeya wê ji huner re çêbûye. Wê jî jixwe hîna 3 salî dest bi dansê kiriye.

13 salî jî dest bi dersdana dansê kiriye. Ew ji Dibistana Bilind a Hunerên Îcrayê û yêîn Dîtbarî mezûn dibe. Li The Houston Grand Opera, Theater Under the Stars, û gelek kampanyayên dansê yên cihî jî profesyonal dansvaniyê dike.

Sala 2008´an, yanî 42 salî, wê dest bi dersên xêzkirinê kir û pê re pê re jî dil kete vî hunerî. Wê xwe li Dibistana Huner a Houston a li Texasê xwe qeyd kir û dîzayn, teoriya reng, xêzkirin û kolaj xwend. Û piştî temenê xwe yê 50´î ew bi ser rêya xwe ve dibe.

Di berhemên xwe yên kolajê de ew hema welê rengan û forman hilnabijêre. Encama derdixe hoê, dixwaze ku nêzî rastiyê be. Ma kesî ji we ev pîvazên kolajê şibandin tiştekî din?

HOUSTON 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.