- Dêra Kariye (Chora) ya sala 1945ʼan kiribûn muze bi biryara serekçete Recep Tayyip Erdogan kirin mizgeft.
Dêra Kariye (Chora) ya sala 1945ʼan kiribûn muze bi biryara serekçete Recep Tayyip Erdogan kirin mizgeft.
Dêra Kariye li navçeya Fatih a Stenbolê ye. Navê wê yê berê Dêra Hora ya Xelaskar Ezîzeyê ye û sala 534ʼan weke dêr hatiye avakirin. Piştî ku Osmaniyan Stenbol dagir kirin weke mizgeft bi kar anîn. Sala 1945an statuya muzeyê danê. Lê sala 2019an dewleta Tirk ji nû ve statuya mizgeftê dayê û bi biryara serokkomariyê ya dewleta Tirk deriyê wê weke mizgeft hat vekirin.
Dêra Kariye gelek caran hatiye tamîrkirin. Di erdhejan de jî li ser xwe maye. Nexasim saziyên li Emerîka yên weke Byzantine Institute of America û hin saziyên din di restorekirina wê de cih girtine û gelek mozaîk û freskên wê derxistine holê û parastine.
Dewleta Tirk a înkarker û qirker, li gorî xwe bi têgihiştineke fethê (dagirkeriyê) nêzî meseleyê dibe û bi zêhniyeta DAIŞê (ya rastî DAIŞ berhemekî wê ye) van perestgehên xiristiyaniyê werdigerîne mizgeftê. Piştî Ayasofya kirin miezgeft ku li dinyayê nerazîbûneke xurt li dij çênebû, bi cesareta ji vê jî girtî, dewleta Tirk a dagirker Dêra Kariye jî kir mizgeft.
NAVENDA NÛÇEYAN