Piştî 21 salan dîsa şanoya ‘Jê û Pê’

Nûçeyên Çand/Huner

În 31 Adar 2023 - 02:14

Li bajarê Silêmaniyê, bi boneya çalakiyên 27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanoyê, şanoya bi navê “Jê û Pê” derket pêşberî temaşevanên şanoyê.

27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanogerî li tevayî cihanê bi çalakiyên cûda tê pêşwazî kirin. Li herêma Kurdistanê jî ji roja 27’ê Adarê heta niha bi boneya roja cîhanî ya şanogeriyê, çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Li Telera Huner a bajarê Silêmaniyê, di nava çalakiyên bi boneya 27’ê Adarê Roja Cîhanî ya Şanoyê de şanoya bi navê “Jê û Pê” derket ser dikê.

Şano bi derhêneriya Rêbaz Mihemed derket ser dikê. Heman lîstik, beriya bi 21 salan li peymangeha hunerê ciwan hatibû nîşandan. Naveroka wê behsa jiyana jin û mêrekê dike ku dîrokek ya wê heye û di nava wan de dîwarek heye. Her yek ji wan pirsgirêkekê bi xwe digre û heta îro jî ev pirsgirêk dewam dike. Derhêner xwestiye, cûdahiya di navbera her du zayendan de nîşanî temaşevanan bide.

 

‘Şano xewn û xeyal e’

Beyan Ehmed aktrîsa sereke ya şanoyê ye. Ew der barê şanoyê de dibêje, “Şanoya ‘Jê û Pê’ xeyalên hevaleke min bû, ev demek bû di plana me de bû em nîşan bidin, şano xewn û xeyal e. Her dema ku xewn hebe, şano jî heye, ez hêvî dikim ku rojekê ji rojan ev xewn bibin rastî, şano li her derê cihê xwe bigire. Em jî beşek ji şanoyê ne û hêvîdar im elaqeya jin û meran ji şanoyê re hebe.”

JÎNHA/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.