- Ji bo piştgiriya bi girtiyê siyasî Georges Ibrahîm Abdallah re Tevna Piştgiriya bi girtiyên Filistînî re Samidounê û gelek saziyên din çalakiyek li dar xist.
SERDA DEMIR/PARÎS
Georges Ibrahîm Abdallah, girtiyekî siyasî yê Libnanî ye û ji sala 1984ʼan ve li Fransayê girtî ye. Ew girtiyê siyasî yê herî zêde di hepsê de mayî yê Fransayê ye. Ji bo piştgiriya pê re Tevna Piştgiriya bi girtiyên Filistînî re Samidounê û gelek saziyên din çalakiyek li dar xist. Çalakger li ber Gara Trênê ya Lannemezanê civiyan û heta bi hepsa bajêr meşiyan. Çalakgeran destê xwe li çîtên hesinî yên li dora hepsê jî xistin da ku dengê wan ê piştgiriyê biçe nava hepsê.
Li pêşiya hepsê jî mîtîngek hat lidarxistin. Peyama George Abdallah bi xwe ji Komîteya Amadekar a çalakiyê re şandî, li vir hat xwendin. Wî got, "Divê bereyê şorşeger li dinyayê bê firehkirin." Paşê nûnerên rêxistinên beşdarî çalakiyê bûn peyivîn û wan got, girtîmana George Abdallah ya 36 salan -doh 36 salên wî di hepsê de temam bûn- neheqî ye.