BERDAN DOGAN/FRANKFURT
Serokwezîrê Eyaleta Rheinland-Pfalz Malu Dreyer, diyar kir ku ew ji bo herêmên erdhejê, piştgiriyê bidin projeyên bajarên konteyniran û malbatên xwişk-bira.
Li Elmanyayê Serokwezîrê Eyaleta Rheinland-Pfalz Malu Dreyer, Parlementera CDU Julia Klockner û Şaredarê Karlsruhe Dr. Frank Mentrup bi rojeva ‘erdhejê’ li gel rêxistinên civaka sivîl kom bûn û peyama piştgiriyê dan.
Serokwezîrê Eyaleta Rheinland-Pfalz Malu Dreyer û Komîserê Koçberî û Lihevhatinê ya hikûmeta Eyaletê Miguel Vicente jî, li qesra eyaletê ya li Mainzê, li gel nûnertiya HDP’ê ya Eyaletê, Navenda Çandê ya Bazarcix, Yekîtiya Akademîsyenên Sûriyê, rêxistina siwan a eyaletê a meclîsên Koçberî û Lihevhatinê AGARP, Meclîsa Koçberî û Lihevhatinê ya Mainzê, Psîkoposiya Dêra Ortodoks a Sûriyeyiyan, li gel gelek derdoran hat gel hev.
Pirsgirêk û daxwaz hatin vegotin
Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku pirsgirêka sereke ya erdhejzedeyan debara jiyanê ye, bi taybetî zarok, pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye. Hate diyar kirin ku alîkariya ku li Rojava tê xwestin were kirin, ji aliyê rejîmê û çeteyan tên astengkirin, mirov ji mirinê û neçariyê re hatine terikandin.
Malu Dreyer ê ku li pirsgirêk û daxwazan guhdarî kir, diyar kir ku ew germ nêzîkî kampanyaya bajarên konteyniran û malbatên xwişk-bira dibin û ew ê di vê mijarê de bixebitin. Dreyer herwiha destnîşan kir ku ji bo anîna xizmên erdhejzedeyan a li Elmanyayê, di karûbarên vîzeyê de wê hêsaniyê bikin û got;’’Saziyên alîkariyê diçin herêma erdhejê. Komek hat yeke din çû. Di rojên wiha zehmet û bi êş de, hatina gel hev a sazî û dezgeyên Kurd, Sûriyeyê û Tirkan, hêzeke girîng ava dike. ‘’
Ew ê biçe herêma erdhejê
Parlementerê Federal a CDU Julia Klockner jî li gel VartoDer Rhein Main, Parlementera berê ya HDP’ê Nursel Aydogan, endamê Yekîtiya Sosyal a Xrîstiyan (CSU) karsazê Kurd Hasan Sîrel û mirovên din ên Kurd ên li Bad-Kreuznachê dijîn, nûnerên saziyên Elman û Tirk ên alîkariyê re hate gel hev. Saziyan xebatên ku birêve dibin û daxwazên erdhejzedeyan ji Klockner re vegotin.
Klockner diyar kir ku ew dixwazin bi parlementoya federal a Elmanyayê re hevdîtinê bikin, li gel saziyên li herêmê xebateke bi koordîne birêve bibin û got;’’Em pîlan dikin li gel şandeyekê di rojên pêş de biçin herêma erdhejê.’’
Klockner destnîşan kir ku êrişa ekîbên rizgarkirinê û saziyên alîkariyê ku çûne alîkariyê bidin erdhejzedeyan, nayê qebûlkirin.
Karlsruhe kampanyayê dimeşîne
Hevşaredara berê ya Wanê Bedîa Ozgokçe jî li gel Şaredarê Karlsruheyê Dr. Frank Mentrup hevdîtinek pêkanî. Dr. Frank Mentrup diyar kir ku ew di ferqa zehmetiyan de ne û got;’’Vê felaketê ez şoq kirim. Ji bo malbatan, zarok û ciwanan, navenda hevşêwirîna psîkolojîk wê ji bo piştgiriyê bi zimanê Elmanî û Tirkî, agahdariyeke dijîtal pêkbîne. Weke bajarê Karlsruhe ji bo erdhejzedeyan me dest bi kampanyaya ‘Karlsruhe alîkariyê dike’ kiriye.’’