Pirtûkxaneyek ji bo berhemên jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Çile 2025 - 00:28

  • Mudura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê Hediye Guneş Zenger, "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ji bo me gelekî girîng e û ev demeke dirêj e em li ser nîqaş dikin û nîqaşên wê hîn jî berdewam in. Armanca sereke ya vekirina pirtûkxaneya berhemên jinan ew e ku keda jinan bê dîtin."

ROZA METÎNA / AMED  

Şaredariya Peyasê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Pirtûkxaneya Berhemên Jinan li Parka 75 a navçeya Peyasê ya Amedê vekir.Mudura Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê Hediye Guneş Zenger, têkildarî Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a di bin banê şaredariyê de hat vekirin nêrînên xwe anî ziman. Her wiha Hediye Guneş Zenger, banga xwedîderketina li pirtûkxaneyê kir û got:"Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pirtûkxaneyê derbikevin, ji bo bêtir başkirin û pêşxistina vê pirtûkxaneyê fikrên hevpar derxin holê û ger hebe xebatên xwe yên hêja bi me re parve bikin."

Hediye Guneş Zenger bal bir ser armanca vekirina Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û got: "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ji bo me gelekî girîng e û ev demeke dirêj e em li ser nîqaş dikin û nîqaşên wê hîn jî berdewam in. Bi taybetî di derbarê naverokê de, di qonaxa ramanê de me li ser nîqaş kir. Armanca sereke ya vekirina pirtûkxaneya berhemên jinan ew e ku keda jinan bê dîtin. Bi pirtûkxaneyê wê keda jinan bê dîtin. Ev wê me gelekî kêfxweş bike. Niha dîtina berhemên nivîskî yên jinan kêm e, navendên hafizayê yên jinan tune ne an jî pir kêm in, gelek berhemên jinan ên nenivîsandî hene. Loma jî me li ser van kêmasiyana xwestin em xebateke wiha bikin. Armanca me avakirina qadeke civakî ye. Ji bo pêşengiyê avakirina mekanekî bi vî rengî gava herî girîng bû. Di heman demê de, ji bo cihê jinê yê bi xwe û taybet hebe me ev xebat kir. Me xwest ev bandora erênî li ser nifşên dinê jî bike. Ne tenê xebatên nivîskî wê yên devkî jî bên kirin." 

Armanc berhevkirina berhemên jinan e

Hediye Guneş Zenger da zanîn ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Li seranserê cîhanê jî lêkolînên nimûne hene. Di heman demê de ev der cihên ku galeriyên wêneyan û koşeyên hunerê lê hene. Wê koşeyên me yên ku berhem, ked û têkoşîna jinan lê kom bûne çêbibên. Helbet armanca me ew e ku em hemû berhemên jinan berhev bikin, lê beriya her tiştî em ê dîroka wan a nivîskî, tez, kovar, gotar, pirtûkên helbestan bikin navendeke hafizayê. Helbet wê ev pirtûkxane ne wek pirtûkxaneyên din ên klasîk be. Di heman demê de dê li vê pirtûkxaneyê panel, gotubêj û atolye bên lidarxistin. Ji bo jinan tiştê herî girîng ew e ku xwe bigihînin cihekî xweser. Dibe ku ji bo jinên ku dixwazin li ser tezên xwe lêkolînan bikin jî qadek bê avakirin. Ev pirtûkxane dê bibe cîhekî ku dê bala her kesî bikişîne."

Qeyûm pirtûkxane asteng kir

Hediye Guneş Zenger di heman demê de bal bir ser astengiyên qeyûman û wiha got: "Me yê di 2019'an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî pirtûkxaneya jinan vekira lê belê wexta di asta çêkirinê de bû qeyûm hat tayinkirin û niha wir bi beşa perwerdeya gel ve hatiye girêdan. Ev jî ji aliyê îktidara heyî ve hat kirin. Gelek cihên aîdî şaredariyên me bi saziyên dewletê ve girêdan."

Banga piştevaniyê

Hediye Guneş Zenger diyar kir ku ew bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pirtûkxaneyê derbikevin û gotinên xwe bi dawî kir:"Bê guman bandora herî mezin ew e ku hafizeya jinan diyar bibe û berhemên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin zêde bên dîtin. Û dibe ku ev yek dîroka jinê ya nivîskî bi pêş bixe. Damezrandina navendeke baş a hafizayê wê ji bo jinan gelekî baş be û ev yek wê ji nifşên paşerojê re jî bê hiştin. Me dest bi çêkirina bernameyên xwe kiriye. Û di derbarê xebatê de jî em li benda piştgirî û pêşniyarên komele, sazî, rêxistinên jinan ên din in. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pirtûkxaneyê derbikevin, ji bo bêtir başkirin û pêşxistina vê pirtûkxaneyê fikrên hevpar derxin holê û ger hebe xebatên xwe yên hêja bi me re parve bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.