Pîlaneke din a dagirkeriyê

Pêncşem 27 Tîrmeh 2023 - 13:09

Hat gotin şeva derbasbûyî YNK’ê hêzeke leşkerî ber bi sinorê di navbera xwe û PDK’ê de şand û li wê derê bi cih kir. Hat diyarkirin sedema wê jî ew bû ku dewleta Tirk hewl dida bi rêya PDK’ê hêzên xwe li wê deverê bi cih bike.

Li gorî nûçeya Malpera Stander, şeva borî hêzeke pêşmerge ber bi herêma Kepkî Hemed Axa û Kilaw Qasim ya dikeve navbera sinorên PDK’ê û YNK’ê ve hatiye şandin û li wir bi cih bûne. Hêza çûyî deverê ji çavkaniyên herêmê re gotiye;“Hatina me ji ber pîlaneke a dewleta Tirke ku dixwaze bi rêya hêzek navxweyî xwe bigihîne herêmê, weke ku li Zînê Wertê pêkanî. Ji bo wê ji beriya ku hêzên artêşa Tirk derbasî vê herêmê bibin me xwe li vê herêmê bi cih kir.”

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên leşkerî yên çûne herêmê, pêşmergeyên YNK’ê ne û bi armanca pûçkirina pîlana dewleta Tirk û PDK’ê çûne herêmê.

Kepkî Hemed Axa û Kilaw Qasim herêmên navbera PDK û YNK’ê de ne û bi salane weke xalên cudakirina herêmên dibin kontrola YNK’ê û PDK’ê tê zanîn. Du salin dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hevkariya PDK’ê li vê herêmê bi cih bibe ku ev der kurahiya Herêma Kurdistanê ye û heta nîva xaka Herêmê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.