Pêşxistina xweparastinê ya jinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 00:46

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqeya jinan ya ji werzîşê re zêde bûye. Jin bi gelek qadên werzîşê re eleqeder dibin. Yek ji van werzîşan jî werzîşên ku weke hunera xweparastinê tê zanîn qerete û tekvandoye. Jinên ciwan ên bajarê Qamişlo bi werzîşên xweparastinê re eleqeder dibin, gotin ku hedefên wan beşdarbûna pêşbaziyên navneteweyî ne. Qeretevan û mamosta Bahiye Rezan diyarkir ku di 8 saliya xwe de ji bavê xwe yê mamostayê qereteyê fêr bûye û got:“Ji ber bavê min mamosta bû, malbata min ez teşwîqî hunera qarete kirim. Ez beşdarî hemû antremanan dibim û hewl didim kêrhatî û hêza xwe hê zêdetir pêş bixim.” Bahiye Reza da zanîn ku dema bû 15 salî beşdarî pêşbaziyên di asta Sûriyeyê de dibe û divê pêvajoyê de 5 madalya digre û hedef dike beşdarî şampiyona cîhanê bibe  û bigihêje astên herî jor.

Bahiye Rezan derbarê giringiya fêrbûna zarokên keç ya hunera lêdanê de ev tişt got:“Teknîkên cûda yên parastinê, sûdê dide pêşxistina hêza fîzîkî, parastina nermbûnê. Hunera qeretê ne tenê ji bo xweparastinê, di heman demê de ji bo parastina tendirûstiya beden jî dibe alîkar.”

Fatîma Al-Huseyîn ya 14 salî da zanîn ku hê di temenek gelek biçûk de azweriya wê ji qereteyê re çêbûye û got:“Piştevanên min ên herî mezin dayîk û  bavê min bû. Bi saya wan ez beşdar bûm, min xwe pêşxist. Daxwaza min ew e ku jin û zarokên keç ên ku xwedî kêrhatî divê astegiyên li pêşiya xwe derbas bikin û xwe pêşbixin.”

NÛJINHA/ŞÊRÎN MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.