• “Huseyin [bavê Umit] pêşî zimanê dayika te ji te stend û piştre tu birî welatekî, ku lê êdî ti zimanê te nebû. Mirov dibêje qey wî xiyanet li te kiriye.

Dayika Umit di romana Fatma Aydemir, Dschins de, Emîne ye. Ew piştî mirina hevjînê xwe Huseyin, ji kurê xwe re dibêje: “Huseyin [bavê Umit] pêşî zimanê dayika te ji te stend û piştre tu birî welatekî, ku lê êdî ti zimanê te nebû. Mirov dibêje qey wî xiyanet li te kiriye. Ji wê roja ku we hev cara pêşî dît û vir ve weke ku ew her roj xiyanetê li te bike, bi wî rengî ku wî ya nava xwe ji te veşart."

Ev romana Fatma Aydemir a ku li bajarê Elmanyayê Stuttgartê hatiye dinê, romana wê ya duyem a bi Elmanî ye û behsa malbateke Kurd dike.

Huseyîn, bavê malê piştî ku ji gundê xwe yê Bakurê Kurdistanê derdikeve, berê xwe dide Elmanyayê, li wir bêhtirî sîh salan kar dike û xewna wî ew e li Stenbolê xaniyekî bikire û lê bi cih bibe. Vê xewna xwe bi cih tîne, lê hema piştre dilê wî disekine û dimire. 

Wî li maliyên xwe qedexe kiriye ku bi Kurdî bipeyivin. Nasnameya wan a Kurdî jî ji zarokên xwe veşartiye. Her ferdê malê jî, li derveyî wê jiyana li gorî Huseyin dixwest ava bike, ji xwe re li rêyekê digere. Van gotinên li jor, Emîne ji kurê xwe re li Stenbolê dibêje. Stenbola ku Huseyin ne jê û lê tenê beriya biçe Elmanyayê çendekê mabû.

Ev romana bi Elmanî, romaneke malbateke koçber e û nexasim jî bi meseleya nasnameyê dadike. Romana wê ya beriya vê, Ellbogen jî di nava wêjeya Elmanî ya nû de hatibû ecibandin.

Roman Sibata 2022’yan ji weşanên Hanser LiteraturVerlage derketiye û 390 rûpel e.

BERLÎN