EMRULLAH ACAR / MA / RIHA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê endamê DAIŞ'ê yên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê û bi rengekî ku mafên qurbaniyan û endamên malbatên wan mîsoger bike, bidarizîne. Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Çete ji bo cîhanê xeter in

Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞ'ê hene û got:"Welatiyên 60 dewletan e. Piştî pêngava Baxozê êdî DAIŞ têk çû û erdnîgarî di destê wê de nema, tenê mîna hucreyên razayî mane. Piştî pêngavê Rêveberîya Xweser bi dehan caran bang kir û got yan werin welatiyê xwe bibin li welatê xwe darizînin yan jî bila dadgeheke navneteweyî were çêkirin. Ev dadgeh li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê jî dibe û li derve jî dibe. Rêveberiya Xweser eşkere kir ku dixwaze van kesan eşkere û vekirî bidarizîne. Lê mixabin heya niha tu kesî bersiva vê bangawaziyê neda. Ev kesê li girtigehê û li kampan dimînin mîna bombeyeke dêmî ne. Bûyerê li Girtîgeha Hesekê qewimîn li ber çavan e. Li kampê çawa xwe birêxistin dikin li ber çavan e. Ev ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeter in, ji bo hemû cîhanê xeter in. Me têkoşînên mezin dan, bi hezaran şehîd û birîndar hene. Ev keda wan wê vala derkeve. Ji ber vê divê ev pirsgirêk were çareserkirin."

Rêveberî neçar ma

Îbrahîm di dewama aaxaftina xwe de wiha got;"Demeke dirêj li cem hev du sekinandina van kesan bi serê xwe pisgirêk e. Îro gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin ambargoyê de ye. Saziyên mafên mirovan ji bo lojîstîkê alîkariyek nadin. Xwedîkirina van kesên endamê DAIŞ'ê ji vî aliyê ve jî pisgirêk e. Ji bo wê neçar ma Rêveberîya Xweser vê biryarê bistîne. Darizandina van kesan nayê wateya ku Rêveberiya Xweser bangawaziya xwe sekinandiye. Ew bangawazî berdewam e. Çi werin darizandin çi neyên darizandin divê ev kes herin welatên xwe."

Ew ê ji gel re vekirî bin

Ciwan Îbrahîm diyar kir ku ji bo darizandinê qanûn hatine guherandin û bal bire ser pîvanên qanûnên navneteweyî û wiha got;"Hem di zagonên terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de guhertin çêbûn hem jî hinek hatin rastkirin. Dadgeh wê li ser esasê Dadgeha Parastina Gel were çêkirin. Ev dadgeh dibin sîwana Meclisa Dîwana Edaletê ya Civakî de ne. Ev dadgeh wê ji raya giştî re vekirî be. Hinek mirov û nasên kesên bûne qurbana terorê jî wê amade bin. Ji bo saziyên navneteweyî em ê dawetnameyan ji hemû kesî rê bişînin. Em ê ji kesên welatiyê wan tên darizandin re jî dawetnameyê bişînin. Em ê bêjîn 'werin amade bidin û bibînin em çawa didarizînin.'"

Gelê me kêfxweş e

Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku dewletên navneteweyî naxwazin darizandin were destpêkirin û wiha got;"Hemû kes dibêjin gerek ev pirsgirêk were çareserkirin lê ev di asta gotinê de dimîne. Gavên piratîkî nayên avêtin. Civaka navneteweyî li berjewendiyên xwe difikire. Hevkariya di navbera dewleta tirk û DAIŞ'ê de li hemû derê eşkere bû. Tirkiye endamê NATO'yê ye, ji ber vê dewlet li berjewendiyên xwe difikirin. Dewletên navneteweyî ditirsin van endamên DAIŞ'ê bibin welatê xwe lê em jî welat in. Gelê me bixwe piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser keyfxweş bû. Dibêjin 'em dixwazin êdî ji vê pisgirêkê xelas bibin.'"