Pêşangehek ji bo azadiya Ocalan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:28

  • Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ de bi çavdêrî û rêxistinkirina Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li Hesekê pêşangehek vekir.

Di pêşangehê de tabloyên xwendekarên beşa wênesaziyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hatin pêşkêşkirin.
Di tabloyan de ruhê Şoreşa Rojava, fedakariyên di oxira vê şoreşê de hatine dayîn, dîmenên jina têkoşer, mozaîka civakî û pirrengiya çandî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin pêş. Pêşangeh ewê du rojan dewam bike. ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.