Perê xelkê li petaxê xistin

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:18

  • Hewlêrê 637 milyon dalarên Kurdên Başûr li petaxê xistin. Hewlêra ku bi qaçaxî petrolê difiroşe, pereyan li bankeyan bi dizî radizîne. 637 milyonên li Bankeya Navendî ya Lubnanê razandî jî ji ber îflasa bankeyê, hatin blokekirin.

Piştî ku Banka Navendî ya Lubnanê ragihand ku îflas kiriye û li petaxê ketiye, şirketa Dilot eşkere kir ku 637 milyon dolarên Herêma Kurdistanê di wê bankê de bûn. Parlementerê Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet jî got, “Ev pere hatiye blokekirin û Herêma Kurdistanê nikare vî pereyî vegerîne.” li aliyê din li Iraqê ji ber bihabûna petrolê, dahata ji petrolê zêdebû û meha Adarê ji 11 milyar dolaran bihurî. Ti xêra vê dewlemendiyê wê nede Başûrê Kurdistanê.

Hikûmeta Lubnanê li petaxê ketina Bankeya Navendî ya Lubnanê ragihand. şirketa Dîlot eşkere kir ku 310 milyon Euro û 294 milyon dolarên ku dahata nefta Herêma Kurdistanê bûn, di wê bankeyê de bûn. Piştî îflasa bankê, ew pere hatiye blokekirin.

Endamê Komisyona Darayî û Karûbarên Aborî li Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê mijarê de got, “Dahata neftê li Herêma Kurdistanê ne şefaf e. Ev pere heta nehatibû bloqe kirin, haya kesî jê nebû. Ev pere têra muçeyên muçexwurên Herêma Kurdistanê dike. Ev yek ji wan gendelî, nelirêtî û bê planiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku li dahata Herêmê dike.”

Çima dahata ji neftê ne şefaf e?

Derbarê çarenûsa vî pereyî de jî Şêrko Cewdet got, “Ev pereyê Herêma Kurdistanê çû. Ji ber ku bankeya navendî ya Lubnanê îfals kiriye, petixiye. Ev pereyê Herêma Kurdistanê 637 milyon dolar e, û hatiye blokekirin û hikûmet nikare vegerîne.” 

Ji ber vê yekê mirov bivê nevê dipirse; çima pereyên ji dahata neftê yên herêma Kurdistanê ne şefaf in? Wekî din çima tevî ku ev pere hene, mûçeyên karmendên xelkê herêmê nayê dayîn? Bersiva van pirsan jixwe wê gelek aliyên rêveberiya Hewlêrê û ya Silêmaniyê jî eşkere bike.  

Iraq xweş û biha difiroşe

Li aliyê din wezareta petrolê ya ya Iraqê da zanîn ku dahata Iraqê ji firotina petrolê di Adara bihurê de zêde bûye û ji 11 milyar dolaran bihuriye. Hikûmeta Iraqê petrolê biha difiroşe û para Iraqê ya ji petrolê ji ya şirketan bêhtir e. Li Başûrê Kurdistanê ji ber aloziya heye, firotina petrolê û dahata jê ne şefaf e. Lê qanûna petrolê ya Başûr, dike ku para şirketên petrolê zêdetir be ji ya hikûmetê.

Li gorî daxuyaniya wezareta petrolê ya Başûr, petrola Kerkûkê jî di navê de, wan Adarê bêhtirî 100 milyon varîlî petrol firotiye û dahata hikûmeta federal ji vê firotinê jî bêhtirî 11 milyar dolarî bûye.  Di nava vê hejmarê de petrola ku rêveberiyên Başûr li gorî qanûna Iraqî bi qaçaxî difiroşin, nîne. 

HEWLÊR/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.