Pere ji sîlehan re hene ji zarokan re nînin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 15 Adar 2023 - 03:40

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

 

Li welatên di warê aborî de geşbûne, yanî ew welatên “bipêşketî” jî di warê xweşhaliyê de ji ber bêedaletiya civakî, zirarê digihînin yên herî lawaz û qels. Gava mirov behsa lawazan dike, serê pêşî jî zarok tên bîra mirovan. Li Elmanyayê ji bo zarok zirarên ji ber feqîriyê bên parastin hin tevdîrên ji serdema “dewleta xweşhaliyê” hene. Yek ji van jî “Kindergrundsicherung” (Misogerkirina esasî ji bo zarokan) e.  

Axir ev tevdîr ji bo wê yekê ye ku pêdiviya malî ya ji bo pêdiviyên sereke yên zarokan bê misogerkirin. 

Îro roj milyonek û nîv  zarok hene li Elmanyayê yên ku di nava wan malbatan de ne yên ku debara xwe bi fonên alîkariya civakî dikin. Maneya vê jî ew e ku ji sedî 14´ê tevahiya zarokên li Elmanyayê tenê ji 237 ta 327 Euro di mehê de werdigirin. Ji ber buhayê tiştan ên li Elmanyayê zêde dibin jî ev pere êdî têra mesrefên zarokan nake. Yanî zarok ji ber zêdebûna buhayên enerjî û xwarinê li Elmanyayê ji beşên din bêhtir mexdûr bûn. 

Ji bo ku ev mexdûrî bê kêmkirin, reforma “Kindergrundsicherung” salane 12,5 milyar Euro lazim in. Lê hikûmeta heyî ya li Berlînê li ser reforma wê ji 2025´an û pê ve pêk bîne, yekdeng nîne. Ji ber ku “budceya wê kêm e”, wezîrê wê yê darayî Christian Lindner xwe nade ber vê mesrefa ji bo zarokan.     

Lindner li ser meseleyê got, “Her tişta bi dilê mirov e, mirov nikare di cih de pêk bîne”. Lê esas, wî jixwe ji kesî veneşart ku ew naxwaze ev reform pêk bê.

Budceya heman wezîrê koalîsyona SPD, Partiya Keskan (Die Grunen) û Partiya Lîberal (FPD) gava mesele dibe 50 milyar euroyên zêdetir ji bo budceya artêşê û wezareta parastinê, dengê xwe nake. Ji bilî 50 milyarên salane, paketê taybet a 100 milyar euroyî jî ji bo wî ne mesele bû. 

 

Tenê ji sedî 8,3´yê mesrefên zêdekirî yên leşkerî ye

Sala 2022´yan mesrefên ji bo bergiriyê yên Elmanyayê 50,4 milyar euroyan zêde bûn. Gava em 100 milyarên din jî lê zêde dikin, 12,5 milyar euroyên ji bo reforma xweşhaliya zarokan, tenê ji sedî 8,3´yê zêdebûna mesrefên leşkerî yên Elmanyayê ye.   

Yanî pere ji bo xweşhaliya zarokan nînin, lê ji bo fîrmeyên sîlehan hene. Yek ji mişteriyên fîrmeyên sîlehan ku dewleta Elman wan mezin dike, dewleta Tirk e. Dewleta Tirk jî bi van fîrmeyên ku ev 150 milyar euro qismî wan dewlementir bike, bazarê dike, teknolojî û sîlehên ji bo qirkirina Kurdan dikire. Axir ew fîrmeyên Elman bi pereyên hikûmeta Elman, li welatên weke Kurdistanê jiyana zarokan reş û tarî dikin. 

Gelo jidil jî pere ji bo xweşhaliya zarokan nînin? Di destê tenê 30 dewlemendtirînên Elmanyayê de ewqas pere û milk hene ku di destê 40 milyonên feqîrên Elmanyayê de nîne. Mirov piçekî van pereyan belav bike, meseleya xweşhaliya zarokan safî dibe. Lê li Elmanyayê gava pere ji bo wekheviya mafê xwendinê, xweşhaliya giştî û ya zarokan re lazim dibin, gelek hikûmet xwe nadin ber mesrefên wê. Ji bo mesrefên leşkerî jî êdî fitûya wan heye: Şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê. 

Wêne: Koma DIE LINKE / Creative Commons

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.