Pentagon: 74 caran êriş kirin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:34

Cîgira Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emrîkayê Sabrina Singh li ser hejmara êrişên komên çekdar ên li dijî hêzên Emerîkayê yên li Sûriye û Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê li darxist.

Sabrîna Singh ragihand ku roja sêşemê careke din komên çekdar êrişî baregehên hêzên wan kirin ku bi vê yekê hejmara êrişên li ser baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê ji 17’ê Cotmehê ve gihişte 74 caran.

Her wiha bê ku cihê êrişê were diyarkirin hate ragihandin ku di encama êrişa herî dawî de ti ziyanên canî û madî çênebûn û ev êriş, yekane êrişa piştî agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de hatiye kirin. Hêjayî gotinê ye ku Emerîkayê biryar daye ku bi armanca parastina hêzên xwe yên li herêmê, hêzeke zêde bişîne Rojhilata Navîn bi taybet li Iraq û Suriyeyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.