Pêjna bahoza super tê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:33

  • Li Japonyayê bahoza Neanmadolê 4 kes kuştin, bêhtirî 100 kesan jî birîndar kirin.

Li Japonyayê bahoza Neanmadolê 4 kes kuştin, bêhtirî 100 kesan jî birîndar kirin. Rayedarên Japonyayê beriya wê xelk hişyar kiribû ku ev bahoz yek ji bahozên herî dijwar ên li Japonyayê rabûyî ye. Rayedaran xwestibû neh milyon mirov ji malên xwe derkevin.

Bahozê Yekşemê êvarê li peravên Kagoşîma yê li başûrrojavayê welêt xist. Bahoz li girava Kyuşû ya Mezin bû sedema ba û barana dijwar. Piştre berê xwe da bakurrojhilatê peravên derya Japonyayê.

Li girava Kyuşû dar ji kokê rabûn, cam şikestin, av di ser çeman re fûriya. Berdevkê hikûmetê Hîrozakû Matsûno da zanîn ku bahozê çar kes kuştine û 114 kes jî birîndar kirine. Ji birîndaran rewşa 14´an giran e.

Hat zanîn kesên winda jî gelek in û hewldanên ji bo dîtin û rizgarkirina kesên winda dewam dike. Matsûno diyar kir ku bîlanço dibe ku girantir bibe.

Heta sibeha Sêşemê li welêt bi taybetî li Kyuşû 140 hezar xanî bê elektrîk mane.

Li Japonyayê dema bahozan ji Tebaxê heta Îlonê dewam dike. Bi giranî dibe sedema lehî û heziyana erdê.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.