PE: Dewleta Tirk dagirker e

Nûçeyên Cîhan

În 12 Adar 2021 - 23:41

  • Parlamena Ewrûpayê dewleta Tirk li Sûriyê weke dagirker bi nav kir, got, wê bi awayekî neqanûnî erdên Kurdan dagir kirine. Heman biryarê xwest dewleta Tirk eskerên xwe vekişîne û QSD jî weke hevgir bi nav kir.

Parlamena Ewrûrayê (PE) pêşnûmabiryara bi navê ´Şerê Sûrî-Piştî serhildanê bi 10 salan´ qebûl kir. Di vê pêşnûmabiryarê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê eşkere weke "dagirkerî" hat binavkirin. Bi vê re PE´yê bang li dewleta Tirk kir da ku eskerên xwe ji bakurê Sûriyê bikişîne. PE´yê got, dewleta Tirk ev herêm "bi awayekî neqanûnî dagir kiriye" û ev yek jî li Sûrî, Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî "tehlûke ye ji bo aştiyê".  

Di pêşnûma biryarê de wiha behsa dagirkeriya Tirk hat kirin:  “Dewleta Tirk ji bo dagirkirina bakurê Sûrî ku bi pirranî ji deverên şên ên Kurd pêk tên, ji sala 2016´an ve yekser dest werdide Sûriyê; di nava vê de di Cotmeha 2019´an de dagirkirina bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya erdên di kontrola hêzên QSD´ê de heye.
Di pêşnûmabiryarê de behsa êrişên li dijî Efrînê û talanê jî hat kirin: "Li Efrînê Artêşa Neteweyî ya Sûrî [çeteyên dewleta Tirk] ziyaretên Êzîdiyan xira kirin û talan kirin."

QSD hevgir e

PE´yê desteka xwe ya ji bo Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê îfade kir û pesnê QSD´ê jî weke hevgirekê da: "Em li vir îşaret dikin bi girîngiya rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke hevgirekê di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de." Di rapora weke pêşnûmabiryar qebûlkirî de binpêkirinên mafê mirovan bi destê hikûmeta Şamê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî hatin rûreşkirin.

Welatiyên xwe ji kampan bînin

Parlamenteran fikarên xwe yên ji ber krîza insanî ya li Sûrî îfade kir û xwest bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de çerxeke şopandina agirbestê bê avakirin. Pêşnûmabiryarê wekî din got, Sûrî ne ewle ye û ji ber wê vegera penaberan divê bi dilxwazî be û statuya parastina wan divê dewam bike.

Pêşnûmabiryarê xwest welatên YE´yê zarokên ku welatiyên wan in ên li Sûriyê vegerînin welatê xwe. Pêşnûmabiryarê bi vê îşaret bi zarokên DAIŞ´iyên welatiyê dewletên Ewrûpî dihat kirin.

BRUKSEL

 

KE´yê xwest Demirtaş bê berdan

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê bang li dewleta Tirk kir da ku tavilê hevserokê giştî yê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaş bê berdan. Komîteyê got, li gorî Dayreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) girtina duyem a Demirtaş dewama ya yekê ye û ji ber wê jî divê bê berdan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.