Di dema êrişên dewleta tirk berdewam dikin de di nava hefteyê de derket holê ku gelek komên çete sewqî herêmê hatine kirin. Li gorî Spee Mediayê dewleta tirk zêdetirî 800’î komên çete li xeta Metîna û Amêdiyê bi cih kirin. Dewleta tirk, li herêma ku komên çete sewq kirinê her wiha noxteyên kontrolê danîn û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir. Rojnamevan Kasim Seyda yê li Herêma Kurdistanê dijî, geşedanên dawî yên li herêmê diqewimin nirxandin. Seyda, anî ziman ku herêmên di bin serweriya PDK’ê de radestî dewleta tirk hatine kirin û got:“Li herêmên Batîfa, Dêrelok, Amêdiyê, Şeladizê, Bamêrnê çend noxteyên Tirkiyeyê hebûn. Li gel êrişên dawiyê, bajarên di bin serweriya PDK’ê de jî ketin bin kontrola Tirkiyeyê.”
Seyda, anî ziman ku sewqiyatên dawî yên dewleta tirk, sewqiyata Seddam Huseyîn a di 31’ê tebaxa 1996’an de tîne bîra mirov û got:“Wê demê Hewlêr radestî rejîmê hatin kirin û komkujiyên mezin hatin kirin. Têkiliyên PDK’ê ne bi Tirkiyeyê re tenê hene, têkiliyên wan di heman demê de bi dewletên din ên neyarê gelê Kurd re jî hene. Ev jî di pêşengtiya malbata Barzanî de tê kirin. Ji bo çewisandina partî û tevgerên Kurdistanî hate bikaranîn. Qasimlo ji vê re mînak e. PDK, bi dagirkeran re tevdigere.”
Derdê wan ê netewbûnê nîne
Seyda, bal kişand ku hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de kevn û dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An ku îro ji ber tirsê an jî ji ber hebûn û nebûnê bi Tirkiyeyê re nakeve têkiliyê. Ji xwe heke hevkariyeke kevin nebûya, di yek carê de nedihate asta ku destûrê bide vê dagirkeriyê. PDK, bi awayekî aşkere, cihên di bin kontrola xwe de ji Tirkiyeyê re vekirîne. Tirkiye jî bi leşkerên xwe, çekên xwe û çeteyên xwe kete axa Herêma Kurdistana Federe. Belgeyên derketin holê, nîşan dan ku Tirkiyeyê bi unîformayê artêşê, 800 çeteyên DAIŞ’î di navbera Metîna û Amêdiyê de bi cih kirine. PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye.” Seyda, anî ziman ku di rêveberiya PDK’ê de 3 serî hene û got:“Yê ewil Mesûd Barzanî ye. Yê duyemîn Mesrûr Barzanî ye û yê sêyemîn biraziyê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî ye. Ev her sê kes jî bi awayên cuda cuda bi gelê kurd re di nava dijminatiyê de ne. Di nava lîstikên qirêj de ne. Derdekî wan ê netewî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e. Gelê Başûr di demekî dirêj di bin zilm û zexta rejîmê û krîzên siyasî yên li herêmê bû. Lê her tim helwesta wan zelal bûye. Li gelek qadan gel ketiye derdê ku wê çawa bikarin debara xwe ya rojane bikin. Li aliyê din her tim li dijî dagirkeriyê helwesteke wan a zelal çêbûye û serî hildane. Herî dawî li Şeladizê û Amêdiyê li dijî artêşa Tirk helwesta xwe bi awayekî zelal danîn holê. Em dibînin ku nerazîbûn wê hê jî zêdetir bibin.”
MA