PDK dest ji xiyanetê bernade
În 5 Tîrmeh 2024 - 02:55
Di 1’ê Tîrmehê de Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ’ê anîne devera Berwarî Bala ya Metîna. Fermandarê leşkerî yê YNK’ê yê Mexmûrê Xazî Feysel jî, li ser van çeteyan û alîkariya PDK’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê agahiyên girîng parve kirin. Xazî Feysel têkildarî têkiliyên dostane yên PDK û çeteyên DAIŞ’ê got:“Têkîliyên PDK û Barzanî bi Erebên şovenîst yên navîn û başûrê Iraqê re yên demdirêj û xurt hene. Piraniya çeteyên DAIŞ’ê di dawiya sala 2016’an de piştî ragihandina bidawîbûna DAIŞ’ê li Iraqê reviyabûn Hewlêrê. Ev çete bi navê karkirin, cotkarî çandinî li bajarok û gundan hatin bicihkirin. Li ser van agahiyan bi dehan belge di destê me de hene.
Çete li kampan bicîh bûne
Xazî Feysel bal bire ser alîkariya PDK’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û got:“Em bang dikin ku komîteyek navnetewî ji bo lêkolînê li ser mijara hebûna çeteyên DAIŞ’ê li deverên di bin destê PDK’ê de bê avakirin. Bi taybetî li kampên Dîbege û Hesen Şam, li herêma Pîr Dawid, Mamzawa û Behrikê. Li sînorê me zêdeyî 1,95 milyon Ereb hene. Piraniya wan çeteyan jî xizmên çeteyên DAIŞ’ê ne. Rêzdar Seedî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de behsa wan amaran kir lê di aliyê hejmarê de xatra wan girtiye. Bi eşkere û bi hemahengiya PDK’ê hatin û li wan deveran bi cih bûn. Haya hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê jî jê heye û pirsgirêk li ser vê yekê di navbera wan de hene.”
PDK nahêle koçber vegerin
Fermandarê YNK’yî balkêşand ser sedema astengkirina vegera koçberan a ji aliyê PDK’ê ve û agahiyên balkêş parve kirin:’’Hikûmeta Iraqê niha hewl dide hemû koçberên nav welat vegerîne ser cih û warên wan. Lê PDK ji ber du sedeman rê li ber vegera van koçberan digire; Sedema yekemîn ji ber hilbijartinane ku wan ji bo zêdekirina dengên xwe bikar tîne, her wiha wan di nav alayên xwe yên leşkerî de bicih dike mûçeyê ku ji berîka gelê Başûrê Kurdistanê didize dide wan. Me di vê mijarê de li Dadgeha Federal giliyê PDK’ê kiriye.”Fermandeyê leşkerî di berdewamiya axaftina xwe de xiyanetên PDK’ê eşkere kir û wiha domand; “Lê mixabin ji 31’ê Tebaxa 1996’an û vir ve PDK’ê bi piştevaniya dijminên xwe amade ye li dijî gelê Kurd her tiştî bike. Lê ew tu carî ne amade ye ji bo xatirê gelê Kurd xwe nêzîkî partiyên Kurdan bike. Niha dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdistanê dagir bike. Yê ku dewleta Tirk aniye şerê YNK, PKK û Rojavayê Kurdistanê weke her carê dîsa PDK ye.”
Ew ê bersiva me xurt be
Xazî Feysel di dewama axaftina xwe de bal bire ser xeteriya xeta xiyanetê ya PDK’ê û wiha got:“Niyeta PDK’ê eşkere ye. Çawa ku Şengal û Mexmûr radestî DAIŞ’ê kirin, her tim xwe spartin dijminên gelê Kurd. Eger PDK li ser vê rêya şaş û xiyanetê berdewam bike, em ê hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdên PKK, YNK û partiyên din yên Kurdistanî ava bûye, ji dest bidin. Ya ku niha diqewime xiyaneteke din ya 31’ê Tebaxê ye. Çawa berê PDK’ê bi Baas a Sedam Husên re re destê xwe dan hev û Pêşmergeyên Kurd şehîd kirin, niha jî li cem dewleta Tirk in. Rojekê PKK’ê û rojek din YNK’ê tawanbar dikin. Bi rastî PDK ji vê yekê qet şerm nake! Me pêşbînî dikir ku PDK xwe di berçavan re derbas bike û van şaştiyên xwe dubare neke. Ji ber ku hemû gelê Kurd ji şaştî û xiyaneta PDK’ê zererek mezin dîtiye. Niha ji sedî 90’ê sînorên PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Hewl didin dagirkeriyê heta herêma kesk (herêma di bin desthilata YNK’ê de) berfireh bikin. Ger PDK wiha berdewam bike wê bersiveke me ya xurt li dijî wê hebe.”
ROJNEWS/BIRWA ESED