Patron dewletên endam in

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 02:23

BEDRAN DOGAN/FRANKFURT

 

Ji IPPNW´yê Jan van Aken got, “patronên OPCW´yê” dewletên endam in û heger wê OPCW´ê li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî zend û bendan vemale, ji bo rohnîkirina rewşê  “lazim e em dewletên endam qaneh bikin. Weke nimûne Iraq dikare ji OPCW´yê vê dawê bike. Yan jî Elmanya dikare ji bo lêkolanê ji OPCW´ê doza heyetekê bike.” 

Tora Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) û Ofîsa Karên Derve ya Civaka Azad bi hev re paneleke online bi rê ve bir. Panel li ser êrişên delweta Tirk ên bi sîlehên kîmyewî yên li dijî Başûrê Kurdistanê bû.  Ji rêxistina Yekîtiya Navneteweyî ya Tebîban a ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleer (IPPNW) Dr. Josef Beppe Savary û Biyolog Dr. Jan van Aken beşdarî panelê bûn. Herdu jî weke heyeta IPPNW´yê çûbûn Başûrê Kurdistanê û li ser êrişên dewleta Tirk ên bi sîlehên kîmyewî raporek amade kiribûn. Ji bilî wan Dr. Dersim Dagdeviren jî weke qiseker peyivî. 

Savary yê ku her wiha hevserokê rêxistina IPPNW´yê ya Swîsreyê ye, got, nexasim jî li ser bikaranîna gaza klorê bi wan re gumanên mezin çêbûne û gelek nîşanên vê yekê jî berhev kirine. 

Endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Elmanyayê Dr. Jan Van Aken jî got, “Hewldanan me ya berhevkirina nimûneyan ji deverê hat astengkirin. Lê agahî û dîmenên ji deverê bi awayekî eşkere nîşan didin ku qedexeya bikaranîna sîlehên kîmyewî hatiye binpêkirin. Lazim e bi awayekî lezgîn komîsyoneke navneteweyî û serbixwe lêkolînê bike. ‘’

Van Aken bal bire ser asîta hîdroklorîk ya ku leşkerên Tirk li pey xwe jî hiştine û got, “Ev ne delîl in ku sîlehên kîmyewî hatibin bikaranîn, lê ev gumanên darîçav çêdikin. ‘’

 

Dewlet dikarin miracaetî OPCW’ê bikin

Van Aken xwest Rêxistina Qedexekirina Sîlehên kîmyewî (OPCW) bi lez heyetekê bişîne û wiha dewam kir:  “OPCW rêxistineke ku li gorî biryarên dewletên endam tevdigere. Patronên wê dewlet in. Heger em dixwazin rewş bê rohnîkirin, divê em bi ser van dewletên endam ve biçin. Divê em dewletên endam ji bo lêkolînlê qaneh bikin. Sermeselê, dewleta Iraqê dikare vê ji OPCW´ê bixwaze. Belkî dewleteke weke Elmanyayê, endamê OPCW´yê, dikare vê ji OPCW'yê bixwaze. Hingê OPCW wê ji bo lêkolînê heyetekê bişîne cihê bûyere. Lazim e em biçin sefaret û konsolosxaneyên dewletên endam û ji wan bixwazin ku rewşê rohnî bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.