Paşînyan: Me şerê dewleta Tirk dikir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 16 Mijdar 2020 - 22:01

  • Nîkol Paşînyan got, li Qerebaxê wan ne tenê şerê Azerbêcanê dikir, lê belê şerê dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn jî dikir.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got, Ermenistan di şerê Ii Qerebaxê de bi bin ket, ji ber ku ne tenê şerê Azerbêcanê dikir, lê belê şerê dewleta Tirk û çeteyên ji Rojhilata Navîn jî dikir.

Paşînyan di civîneke çapemeniyê de got, "Me bi sedan leşkerên xwe winda kirin. Em hêvî dikin ku gelek ji wan sax bin. Duh me kesek birîndar dît ku berê me wek mirî ragihandibû. Pêvajoya guhertina dîlgirtiyan dê piştî qonaxa guhertina kuştiyan dest pê bike."
Paşînyan di civînê de got, ew berpirsê yekemîn ê rewşa li Qerebaxê ye.

Her wiha Paşînyan destnîşan kir ku ne pêkan e lihevkirinên agirbestê werin guhertin û wiha domand: "Di rastiyê de guhertina bendên lihevkirinê dê wek gaveke ber bi paş ve be. Dê were wateya guhertina rewşa leşkerî. Ji bo hemû aliyan, ev ne pêkan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.