Parlamentoya Iraqê kabîneya Sudanî erê kir

Nûçeyên Cîhan

Şemî 29 Cotmeh 2022 - 02:46

  • Parlamentoya Iraqê kabîneya Mihemed Şiya Sudanî erê kir.

Parlamentoya Iraqê kabîneya Mihemed Şiya Sudanî erê kir û Sudanî bû serokwezîrê Iraqê.

Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo erêkirina kabîneya Mihemed Şiya Sudanî bi tevlîbûna 253 parlamenteran pêr pêk hat. Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Mihemed Şiya Sudanî yê ji bo avakirina hikûmetê hatî erkdarkirin, Serokê Hevpeyaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Giştî yê Esayib Ehlî Heq Qeys Xez Elî û hinek rêveberên din li tevlî civînê bûn.

Di civînê de Mihemed Şiya Sudanî bernameya hikûmeta xwe pêşkêş kir. Bername û namzetên ji bo wezîrtiyê ketin dengdanê û ji aliyê parlamentoyê ve hatin erêkirin.

Kabîneya Sudanî ji 23 wezîran pêk tê. Di civînê de 21 wezîr hatin erêkirin û 2 ji bo civîna bê ya parlamentoyê man.  Namzetên ji bo Wezareta Jîngehê û Wezareta Avakirin û Nîştecihêbûnê nehatine diyarkirin û hilbijartin. Ev herdu wezaret para Kurdan in. Ji ber nokokiyên YNK û PDK’ê nehatine diyarkirin. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.