- Parlamena Swêdê, Stefan Lofven ji nû ve kir Serokwezîr.
Parlamena Swêdê, siyasetvanê sosyal demokrat Stefan Lofven ji nû ve kir Serokwezîr.
Di dengdana pêr a li Parlamena Swêdê de Stefan Lofven ji nû ve bû Serokwezîr. Lofven, piştî ku hikûmeta koalîsyonê ya bi Partiya Çep re xera bû, di 28'ê Hezîranê de îstifa kiribû. Lofven ê 63 salî ji sala 2014'an û vir ve serkêşê hikûmeteke 'hesas' bû.
Lofven bi du dengên zêde ji nû ve ji bo Serokwezîrtiyê hate wezîfedarkirin.
Lê belê tê texmînkirin ku budceya Lofven di payîzê de pêşkêş bike, têra xwe deng wernegire. Eger ev bibe, hingî dibe ku Lofven careke din îstifa bike.
STOCKHOLM