Parasurrealîzma Varoyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Sibat 2023 - 05:30

  • Hunermenda Katalan-Meksîkî Remedios Varo, ji hunermendên jin ên parasurrealîzma nîvê sedsala 20´an in. Herçî parasurrealîzma Remedios Varoyê ye, eşkere tê de aliyê endezyarî û şopên utopyayeke teknolojîk jî xuya dikin. 

REWŞAN DENIZ

 

Hunermenda Katalan-Meksîkî Remedios Varo, ji hunermendên jin ên parasurrealîzma nîvê sedsala 20´an in. Di pêkhatina hunerê wê de, di manewiyat û rêbazên hunerê wê de rola dê û bavê wê gelek bû: Dayikekek wê ya bawermend a katolîk û bavê wê yê agnostîk û endezyar di berhemên wê de bi gewde dibin.

Remedios Varoyê li dinya gewrik zêde nema; ew li Gîrona ya Katalanyayê sala 1908´an hat dinê û li Mexico Cityê hîna 55 salî, sala 1963´yan konê xwe ji nav konên saxan bar kir.  

Di parasurrealîzmê de em paralelên di warê çandî de cihê û di warê jenealojîk de peywendiya wan bi hev re nîne, dibînin; yanî karên para-surrealîzmê yên welê ne ku em weke adetî em li ser esasekî pêhesînî wan dibînin. Herçî parasurrealîzma Remedios Varoyê ye, eşkere tê de aliyê endezyarî û şopên utopyayeke teknolojîk jî xuya dikin.

Di tevgera hunerî ya taybet a surrealîzma navenda wê li Mexîko Cityê, ew bi roleke bêkêmasî rabûye. Remedios Varo nexasim jî bi resm û xêzên xwe yên bi karakterên bi sir û raz, û ducinsî, bi hunerê xwe xwe berdide nava sîmyayê; weke ku bi efsûn û sêhrê emel bike.

 

Ji şerê navxweyî reviya

Ew ji Akademiya Meliktiyê ya Hunerên Bedew a San Fernandoyê ya li Madrîdê perwerde dibe. Di nivî salên 1930´î de mala xwe bar dike Barcelonayê. Li wir ew dikeve nava koma avangard a surrealîst, a bi navê Logicophobistayê. Piştî ku li Spanyayê şerê navxweyî dest pê dike, sala 1936´an wê pena xwe bir Parîsê. Tevî ku li Parîsê jî Remedios Varo çû nava derdorên surrealîst û hunerê surrealîst kir, berhemên wê tenê hin caran di pêşangehên komî de hatin nîşandan. 

Şerê Cihanê berê wê da Meksîkayê

Piştî ku di dema Şerê Cihanê yê Duyemîn de Naziyan Fransa dagir kir, Remedios Varo  careke din bû penaber; vê carê wê xwe li Meksîkayê girt. Li wir wê pêwendî bi hunermendên din ên sirgûnbûyî re danî. Wê hunermendên weke Wolfgang Paalen, Gordon Onslow Ford, û Leonora Carrington nas kirin û ew bûn hevalên wê yên herî baş. 

 

Deh salên dawî yên bi xêr û bêr

Berhem û hunerê wê piştî sala 1953´yan esas navdar bûn. Remedios Varoyê hingê penaberê siyasî yê Awusturyayî Walter Gruen nas kir. Wî jî bi dildarî destek da hunerê wê. Bi vê destekê, Remedios Varoyê karîbû temamê wexta xwe ji hunerê xwe re veqetîne. Û hingê stîlê hunerî yê Remedios Varoyê kamil bû, bû xwedî sembolîzm û îkonografiyeke xas. Wê gelek caran jin bi rûyên di rengê dilan de xêz kirin. Sala 1956´an jî li Mexico Cityê pêşangeha wê ya yekem a mezin a solo bi rê ve çû. Wê paşê jî gelek pêşangehên din organîzekirin. Remedios Varoyê esas pirraniya berhemên xwe yên hunerî di 10 salên dawî yên jiyana xwe de afirandin.

Îro jî berhemên wê tên nîşandan

Îro roj li gelek muze û galeriyên navdar berhemên Remedios Varoyê hene. Hîna jî pêşangehên berhemên wê yên solo tên kirin, lê her weha di gelek pêşangehên komî de kurator cih didin berhemên wê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.