Papîrûsên Şewitî yên Pompeî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Nîsan 2023 - 05:52

  • Bajarê Pompeî yê li Îtalya piştî teqîna çiyayê volkanîk êVezûvê kavil bû û insanên li wir jî tev mirin. Derbarê bajêr de heta niha gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Lê hîna jî gelek tiştên ne zelal hene. Ji lewra papîrûsên ku di bûyerê de şewitîne dibe ku derheqê bajêr de agahiyên nû derxin holê.

Piştî Mîladê sala 79’an li bajarê Pompeî, yê nêzî bajarê Napoliyê, teqîneke mezin pêk hat. Çiyayê volkanîk yê bi navê Vezûv teqiya û bajar hemû di bin xwelî, toz û agirê xwe de hişt. Piştî teqînê bajar tine bû û insanên li wir jî bi carekê bûn kevir. Qederê 200 hezar insan mirin yan jî bûn kevir û man. Pompeî niha weke bajarekî antîk ên Romayî tê zanîn û şopên teqîna çiyayê Vezûv hîna jî winda nebûne li wir. 

Di sala 1863’an de dema arkeologan li bajarê Pompeî xebat bi rê ve birin rastî van insanên ku bûbûn kevir hatin. Her çiqas bedena wan riziya be jî, tiştek bi qalibê bedena wan ên ku bûbûn kevir nehatibû. Yanî ew qalib jî weke xweliyê bûn. Arkelogan ji ber van qalibên ku weke xwelî mabûn, qalibên nû yên bi cilsê çêkirin û niha jî ev qalib li wir tên nîşandan. Bi vî awayî şopên bobelata mezin zindî man û xelk bi çi awayî man di bin volkanên çiyayê Vezûv de baştir hate fêhmkirin. Qederê 100 qalibên ku ji cilsê hatine çêkirin, rewşa dema mirinê ya insanên Pompeiyê nîşan didin. Hin ji wan di xewa şîrîn de û hin ji wan jî diyar e bi destên xwe rûyên xwe girtine. 

Di van salên dawî de ji bo bêhtir agahî werin berhevkirin xebatên li ser Pompeiyê dewam dikin. Lêkoler dixwazin derbarê bajêr de tiştên nû hîn bibin. Ji ber ku hîna jî derbarê bajêr û jiyana li wir de hin tiştên ku nehatine teqezkirin hene. Derbarê bûyerê de bi testên DNA’yê tiştên nû jî tên kifşkirin. Gelek encamên balkêş jî derdikevin holê. Hin kaxizên ku ku ji wan re “Herculaneum Papyri” tê gotin di nav kavilan de hatin dîtin. 275 sal in ti kesî tê dernexist bê ka li ser van papîrûsan çi hatiye nivîsandin û ev nivîs behsa çi dikin. Ji ber papîrûs şewitîne, kes nizane li ser wan çi hatiye nivîsandin. 

Niha jî lêkoler û arkelog bi riya pêşbirkekê ango “Vesuvius Challenge” hewl didin nivîsên li ser van papîrûsên şewitî derxin holê. Kesên ku bi saya bernameyên aqilê çêkirî karibin van nivîsan bixwînin yan jî derxin holê dê bi qasî milyonek dolarî qezenc bikin. 

 

Papîrûsên ‘Herculaneum’ li benda kifşkirinê ne

Papîrûsên bi navê “Herculaneum” sala 1750’î, di xaniyê xezûrê Jul Sezar de hatin dîtin. Xanî weke pirtûkxaneyekê bû. Ji ber germahiya volkanên çiyayê Vezûv agir girtibû pirtûkxaneyê jî û kitêbên di pirtûkxaneyê de bi carekê şewitîbûn. Piştî ku ev pirtûkxwane hate kifşkirin gelek parşomenên li wir winda bûn. Lê ji wana 600 heb hatin xelaskirin û hîna jî kes hîn nebûye bê ka li ser van parşomenan çi hatiye nivîsandin. Lê bi saya teknolojiya nûjen, lêkoler dixwazin van nivîsan bi awayekî bixwînin. Ji ber parşomen şewitîne, arkeolog nikarin nivîsên li ser wan bixwînin lê pisporên ku bi aqilê çêkirî yên kompûteran ve mijûl in, dikarin bi aweyekî vê meseleyê çareser bikin. Qet nebe hêviyeke bi vî rengî çêbûye bi arkeologan re û ji ber vê yekê jî wan pêşbirkek da destpêkirin.

 

Berê parşomenên şewitandî deşîfre kiribûn

Lê ev hêvî çawa geş bû bi wan re? Di sala 2015’an de Dr. Brent Seales ê ku li Zanîngeha Kentucky dixebite, kifşeke nû kir. Pişti ku li “Dead Sea” ango Behra Mirî parşomenên bi navê En-Gedi hatin dîtin, bi riya teknîkên dîjîtal, nivîsên li ser wan hatin xwendin. Ew parşomen jî şewitîbûn. Lê bi saya Zeraqên X, tomografî û kompûteran, bi awayekî nivîs derketin holê. Yanî ev kar karekî tevlîhev û zehmet e. Niha ji bo parşomenên “Herculaneum” jî li heman tiştî têfikirîn, lê wisa dixuye ku dê vê carê karên wan zehmettir be. Ji ber ku hibra li ser van parşomenan ji karbonê hatiye çêkirin û zeraqên X jî zû bi zû nikarin metnên li ser kaxizên karbon bixwînin!

 

Hema çend pasaj jî bes in!

Parşomenên bi navê “Herculaneum” niha bi awayekî online li ser malperekê hene û kesên ku jî vî karî fêhm dikin, dikarin xwe di vî warî de biceribînin. Ji bo vî karî xelateke mezin ya qederî milyonek dolarî jî heye. Lêkoler û pisporên ku bi van parşomenen re elaqedar in, dixwazin bi qasî çend pasajan (parçe) be jî van nivîsan derxin holê û hibra ku nivîs pê hatiye nivîsandin jî pênase bikin, da ku li gorî wê li rê û rêbazên nû bigerin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.