Panoramayeke insanî ya bi wêneyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Kanûn 2021 - 23:18

  • Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) panoramaya karên xwe yên li dinyayê îsal bi wêneyan nîşan da. Me jî ji nava van çendek neqandin.

Li bajarê Drodro yê herêma Itûrî ya Komara Demokratîk a Kongoyê, ev dever kampeke koçberan e. Roj hêdî hêdî ber bi avabûnê ve diçe. Li kampê qederê 20 hezar mirovî dimînin. MSF xizmeta tenduristiyê li kampê dide. Wêne Adara 2021´ê hatiye girtin.   

* Wêne: Newsha Tavakolian/Magnum Photos

 

Ev dever nêzîkî Tûrînê ye, li herêma Piedmont a Îtalyayê. Penaberên dixwazin ji Îtalyayê derbasî Fransayê bibin, xwe li vir digirin. Xelk telefonên xwe şarj dike li stareke ji bo penaberan. Xwebexşan ev star ava kiriye û MSF jî di xizmetên ji bo penaberan û ewlehiya wan de cihê xwe digire. Wêne Kanûna 2020´an hatiye girtin. 

* Wêne: Francesca Volpi