Kampanya pankartan a ji bo azadiya Rêber Apo ku 1'ê Mijdarê dest pê kir, li gelek welatên Ewrûpayê dewam dike. Her wiha li Marsilyayê jî li nava bajêr, wêneyên Kobanê tevî agahiyên li ser wê bi dîwaran ve hatin zeliqandin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd di roja 8. de li metro, rawestgehên otobusan, panoyên reklaman û li pêşiya gelek saziyan afîş daliqandin. Çalakî roja heyştemîn li taxa Belle de Mai pêk hat. Li Marsîlya dîsa Marseille Solidarité Rojava û Tevgera Ciwanên Şoresger Marseille bi hev re wêneyên Kobanê bi dîwarên bajêr ve zeliqandin. Wêneyên Kobanê tevî agahiyên li ser Kobanê li çend cihên Marsilyayê hatin daliqandin. Wêneyên li ser dîwaran bala xelkê jî kişand.

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê ji bo azadiya Rêber Apo pankart hatin hildan.

Li Arnhemê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz, li du nuqteyên cuda çalakî hatin kirin.

Li bajarên Aaraû û Bernê yên Swîsreyê bi heman armancê pankart hatin daliqandin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan li Amsterdamstrasse û Geldernstrasseyê li gelek nuqteyan pankart hatin daliqandin.

NAVENDA NÛÇEYAN