Otoportreyekî nû yê Van Gogh hat dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Hin xebatkar û pisporên galeriya Skoçyayî dema tabloya bi navê “Serê jineke gundî” ya Vincent Van Gogh di mekîneya tîrêjên X-rayê re derbas dikin, pê dihisin ku li pişt tabloyê, otoportreyekî cuda yê Van Gogh heye. 

Hin xebatkar û pisporên galeriya Skoçyayî dema tabloya bi navê “Serê jineke gundî” ya Vincent Van Gogh di mekîneya tîrêjên X-rayê re derbas dikin, pê dihisin ku li pişt tabloyê, otoportreyekî cuda yê Van Gogh heye. Van Gogh ev portre di pişt vê tabloyê de veşartiye û heta niha kesî ew nedîtibû. Ya rast wî li pişt tabloyê ev otoportreyê xwe xêz kiriye.

Van Gogh dema tuwalên xwe ji bo resman bi kar dianîn, carinan du hêlên tuwalê jî resm dikirin, wî ev yek bi zanebûn dikir û dixwest teserûf bike. Ji ber ku her tim derfeta wî tine bû ku tuwalên nû bikire û li ser wan tuwalan xêz bike. Ev nêzîkatiya wî yek ji taybetmendiyên wî yên sereke bû.

EDINBURGH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.