Di nav xeyal û rastiyê de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Gulan 2022 - 21:06

  • Wêne û portreyên hunermenda Ukraynayî Oleg Oprisco, di nav xewn û rastiyê de diçin û tên û meraqê bi xelkê re çêdikin. 

Wêne û portreyên hunermenda Ukraynayî Oleg Oprisco, di nav xewn û rastiyê de diçin û tên û meraqê bi xelkê re çêdikin. Wê bi dekor, dîmen û fîgûrên insanan gelek portreyên wiha çêkirine. Fîgûrên wê çawa ku ji xewnan pekiyabin û hatibin, wiha xuya dikin. Wê fîgûr û mekanên ku bi kar anîne, pirr xweş li hev anîne. 

Oleg Oprisco tîne ziman ku îlhama bêdawî li her derî me zeft dike û wiha dibêje, “Ev mirov di rastiyê de hene, her wiha mekan û sahne jî rast in. Ez van kêliyan zeft dikim û li ser dixebitim. Reng û dekorekê çêdikim, bi hûrgiliyan dadikevim û maneyê ava dikim.” Oleg Oprisco dema van wêneyan hazir dike bi awayekî xeyalî difikire û kompozîsyonên ava dike jî li gorî xeyala xwe sererast dike. 

Oleg Oprisco ji karê dijîtal jî hez dike lê ew ji dîjîtalê ewqasî ne bawer e. Ji ber wê jî malzemeyên ku ji bo sahneyên xwe bi kar tîne, axlebî malzemeyên rastî in. Dema ew van sahneyan hazir dike, pirr wextê xwe bi sêwirandinê re derbas dike, lê kêfa wî ji vê yekê re tê û dibêje, ev yek dihêle ku li ser îmaja karakter û ruhê wî bifikirim. 

Di dawiyê de jî ev malzemeyên ku ew di van sahneyan de bi kar tîne, dibin perçeyekî çîrokên ku ew dixwaze bibêje. Oleg Oprisco dibêje, “Dixwazim têkiliya di navbera xweza û insan de bi tiştên besît vebêjim. Dema behsa vê têkiliyê dikim ez hinekî tevlîhev dikim û ji vê tevlîhevkirinê hez dikim.

Weke ku bi malzemeyên besît xaçepirsekê ava bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.