Berhemên bi rê ve diçin

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Nîsan 2022 - 22:03

  • Alex ten Napel, ev 25 sal in wênegiriyê dike û nexasim portreyên insanan digire. Di sala 2014’an de, dema li betlaneyê ye, bi tiştekî nû dihise.

Alex ten Napel, ev 25 sal in wênegiriyê dike û nexasim portreyên insanan digire. Di sala 2014’an de, dema li betlaneyê ye, bi tiştekî nû dihise. Gava ew taştê dixwe, mirîşkek tê cem wî disekine. Alex ten Napel ji portreyên insanan êdî aciz bûye û li pey tiştên nû digere. Ew vê serpêhatiya xwe wiha tîne ziman, “Dema [mirîşk] nêzî min bû min ew bi perspektîfên cuda dît. Pirr bi meraq û rehet bû, eynî wek insanan bû! Wê kêliyê min biryar da ku portreyên dîk û mirîşkan bigirim.”

Piştî biryarê, Alex ten Napel projeya xwe ya bi navê “On Napel Chickens, Hens and Roosters” dide dest pê kirin. Ji bo di vî warî de bêhtir bibe xwedî agahî, diçe “Muzexaneya heywanên pînikê ya Barneveld” li wir berê xwe dide tabloyên şêwekarên Holandî yên ku di sedsala 17’an de hatine çêkirin. Wî li muzexaneyê ji nêz ve li tabloyên dîk û mirîşkan nihêrî û hin hûrgiliyên nû kifş kirin. 

Alex ten Napel ji bo dîk û mirîşkan dibêje, “Ew ji bo min berhemên hunerî bûn, yên ku bi rê ve diçûn. Her yek bi perikên rengo rengo dişibin wek mankenan. Çawa ku li podyûman dans bikin, ewqasî xweşik û kubar in. Dema min li wan temaşe dikir, ev yek pirr li xweşiya min diçû û weke ziyafeteke dîtbarî bû ji bo min.” 

Dema Alex ten Napel xwe ji bo vî karî hazir hîs dike, li axura kesekî ku berê têkiliya wî pê re hebûye studyoyeke mobîl ya wênegiriyê ava dike. Piştî ku studyoyê ava dike wêneyên dîk û mirîşkan digire. Alex ten Napel dibêje, ti ferqa wan ji insanan tine bû û li ber kamerayê pirr rehet bûn. Alex ten Napel jî xwe rehet hîs dike li hember wan. Jixwe ev yek di wêneyên wî de her tiştî radixe ber çavan. Lihevkirineke dilsoz heye di navbera wan de. Ne wa bûya, wî dê ewqas wêneyên xweşik nikaribûya bigirta.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.