Operasyona hêzên Emerîkî li Qamişlo

În 7 Cotmeh 2022 - 01:10

Doh hêzên Emerîkî li gundê Miluk Saray yê ku 17 km başûrê Qamişlo ye û di bin serweriya hûkûmeta Şamê de ye operasyonek pêk anî. Di encamê de kesê bi navê Ebû Hayik hate kûştin, 2 kesên birîndar bûn û 2 kesên din jî hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî û ewlehiyê, doh seatên zû yên sibê de hêzên Emerîkî li gundê Miluk Saray yê başûr û rojhilatê Qamişlo ku di bin serweriya hûkûmeta Şamê de ye, li hemberî noxteyeke operasyonek pêk anî. Hate ragihandin ku operasyon bi helîkopteran bi rêka hawayî çêbûye. Di encamê de kesê bi navê Ebû Hayik hate kûştin û cenazeyê wî li ser çemekî hate dîtin. Her wîha hevjîn û zarokê wî kesî jî hatin girtin. Du kesên bi navê Beşar Îbrahîm El Îbrahîm û Qûsayî Liqman Derwîş jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, her çiqasî operasyon li qadên di bin serweriya hikûmeta Şamê de hatibe kirin û noqteya ku li ser operasyon hatiye çêkirin ya alîgirên hûkûmeta Şamê be jî, tê îddîakirin ku operasyon li dijî kesên DAIŞ’î hatiye pêk anîn.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.