Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Îbrahîm Bîlmez li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û axaftina dawî ya bi telefonê, peyivî.

Parêzer Bîlmez got, Abdullah Ocalan tecrîda mutleq a li dijî wî û sê girtiyên din ên li Îmraliyê qebûl nake. Bîlmez got, Tirkiye gelek mafên ku di qanûnên wê de hene û bi peymanên navneteweyî hatine misogerkirin nas nake û di bêhiqûqiyê de israr dike.

Kêm hatiye dîtin

Parêzer Bîlmez derbarê meseleyê de wiha axivî: "Mafê xwe heye ku bi parêzer, malbatê, sê kesên li derveyî malbatê, wasî û xizmên xwe re bi rêk û pêk bi telefonê biaxive, mafê xwe heye ku nameyan bişîne, ji derfetên din ên ragihandinê sûdê wergire, rojane karibe rojnameyan bi dest bixe. Lê belê ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve nikare ji van mafên xwe yên bingehîn sûdê wergire. Ev polîtîkayên tecrîdê ku kêm carî hatiye dîtin, nîşan dide ku Abdullah Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Kesayetekî welê ye ku ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li gelek welatên Rojhilata Navîn bandora xwe heye, fikir û polîtîkayên wî li ber çavan têne girtin û hewl dide projeyên xwe yên siyasî û civakî bixe meriyetê. Yekane aktorê polîtîk e ku ji bo çareseriya bi rêyên aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd, projeyên berçav pêşkêş kiriye ku dikare bi cih bêne anîn.

Nerazîbûna xwe nîşan dide

Lê belê di rewşa heyî ya tecrîdê de îradeya siyasî giraniya xwe daniye ser polîtîkayên ewlekariyê ku tê wateya israra çaresernekirina meseleya Kurd. Ev konsepta zext, înkar, derew û bêhiqûqiyê ya ku îradeya siyasî di mijara meseleya Kurd de bi cih tîne, ji aboriyê heta polîtîkaya derve bandorê li hemû pirsgirêkên welêt dike. Abdullah Ocalan dema ku li Îmraliyê li ber tecrîdê radibe, di heman demê de nerazîbûna xwe li hemberî van hemûyan nîşan dide. Ji ber ku dewlet polîtîkayên aştiyane, demokatîk û azadîparêz neafirîne, bang li dewletê dike ku qet nebe li gorî hiqûqê tevbigere. Qebûl nake ku desthilatdarî di vê astê de hiqûqê binpê bike, li derveyî qanûnan tevbigere. 

Raya giştî rexne dike

Abdullah Ocalan hêzên demokrasiyê, bi taybetî jî raya giştî/tevgera Kurd rexne dike, ji ber ku bi rengekî welê tevdigerin, mîna ku polîtîkaya tecrîdê û polîtîkayên ewlekariyê qebûl kirine û hînî vê rewşê bûne. Em hemû weke bûyereke ji rêzê û normal tevdigerin ku Abdullah Ocalan tevî sê mirovên li Îmraliyê xistine nava çaleke bêbinî. Halbûkî tecrîd û çaresernekirina meseleya Kurd bandorê li jiyana me hemûyan dike. Bandoreke neyînî li me hemûyan dike.

Gelek caran diyar kir ku tecrîdkirina wî û bûyerên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Lewma divê bê zanîn ku astengkirina hevdîtinê biryareke siyasî ye. Heger asta tecrîdê hatibe bilindkirin, divê ev yek weke israra di çaresernekirinê de bê dîtin û li dijî vê jî xeta têkoşîna demokratîk bê avakirin." 

ANF/AMED