Ocalan şervanê mirovahiyê ye

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 2 Îlon 2023 - 05:30

  • Ciwanên Kurd û înternasyonalîst, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di navbera 3 û 8’ê Îlonê de çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li Elmanyayê li dar dixin. Înternasyonalîstan ji ciwanan xwest xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di navbera 3 û 8’ê Îlonê de çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li Elmanyayê li dar dixin. Înternasyonalîstan ji ciwanan xwest xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.



BERFÎN DENÎZ / FRANKFURT

Di ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê re 24 sal derbas bûn. Ji Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya tecrîdkirina mutleq de ev 30 meh in ku ti agahî nayê wergirtin. Polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê rayagiştî ya navneteweyî û nexasim jî  gelê Kurd, hertim tê protestokirin.

Yek ji wan protestoyan jî çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ye ku wê di navbera 3 û 8’ê Îlonê de, li Elmanya were kirin. Etkar Levine a ku di komîteya amadekar a çalakiya bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê ve’ cih digire û Emma Jane ku ji Ingilîstanê beşdarî çalakiyê dibe, bi rêya rojnameya me, bang li ciwanan kirin da ku tevlî çalakiyê bibin.

Etkar Levine, diyar kir ku ew di serî de ji Fransa, Îtalya, Elmanya û Ingilistanê, li benda tevlîbûneke xurt a çalakiyê ne. 

Levine destnîşan kir ku beriya vê jî ciwanên înternasyonalîst di van çalakiyan de cih girtine û got, “Ji nîvê çalakgeran zêdetir, yekemîn care tên. Çalakiyên wiha, ji bo em fikrên birêz Ocalan û civaka Kurd hîn ji nêz ve nas bikin, derfetek e. Bi hev re bûn, jiyana komûnal, germahiya civaka Kurd û hêza rêxistinî ya tevgerê, bandorê li gelek kesandike û wan tîne nava çalakiyan. Çalakiyên wiha di heman demê de, weke perwerdeyê ne."

 

Ev êriş li hemberî beşên demokratîk e

Levine, Rêber Abdullah Ocalan weke şervanê mirovahiyê pênase dike, dide zanîn ku tecrîd û êşkence, êrişeke li hemberî hemû hêzên demokratîk-şoreşger ên li cîhanê ye û got:’’Ya rast, tişta tê xwestin were kirin, tecrîdkirina fikrên Ocalan e. Piştî ku 25 sal di ser komploya navneteweyî re bihurîn, em difikirin ku ji bo azadiya mêjiyê me yê îdeolojîk, tekoşîn û berbelavkirina fikrên wî, ji her demê zêdetir, berpirsiyariya me heye.”

 

Em ê agirê têkoşîna xwe venemirînin

Levine, destnîşan kir ku ji kîjan welatî dibe bila bibe, ji kîjan îdeolojiyê dibe bila bibe, wan ciwan vexwendine meşê û got, “Divê ciwan her kêliyê û her cihekî veguherînin qada çalakiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Her çiqasî dijmin bixwaze têkoşîna me bifetisîne jî, em ê agirê têkoşîna xwe venemirînin.’’

 

Ji Ingilistanê 5 înternasyonalîst

Emma Jane jî berê di Sibatê de ji Ingilistanê tevlî meşa dirêj a ji bo Rêber Abdullah Ocalan bûbûê. Wê da zanîn ku ew wê demê 3 kes beşdar bûbûn, lê ew ê ji Ingilistanê 5 kes tevlî vê çalakiyê bibin. 

 

Em ê fikrên Rêber APO belav bikin

Emma diyar kir ku di meşa par de, ji Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek kes nas kirine û got, “Di çalakiyê de min derbarê tevgerê de gelek agahî wergirtin. Bi taybetî jî min derfet dît ku ez bizanim ka azadiya jinê çiqasî girîng e. Em ê di nava Tevgera Azadiya Kurd de rêxistin bibin û îdeolojiya Rêber Apo û Tevgerê di nava girseyên berfirehtir de berbelav bikin.”

 

Teqez li vir bin

Emmayê wiha bang li ciwanên înternasyonalîst kir: “Divê hûn tevlî vê çalakiyê bibin û danûstandina fikrî bikin. Ji bo cihgirtina di çalakiyeke wiha de û li gel gelek hevrêyên ciwan ku ji her çar aliyên cîhanê beşdar dibin, heman nefes girtin, derfeteke baş e.”

 

Di 3’ê Îlonê de konferans

Li bajarê Dortmund a Elmanyayê, ciwanên Kurd û înternasyonalîst ku wê di 2’ê Îlonê werin ba hev, bi dirûşmeya ‘Bi ciwaniya rêxistinkirî, ber bi azadiya Rêbertiyê’, roja 3’ê Îlonê, konferansekê lidar bixin. Di konferansê dewê erk û berpirsiyariyên ciwanan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bê nîqaş kirin. Di vê konferansê de wê avakirina paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ya Rêber Abdullah Ocalan a ku ji bo gelên cîhanê bûye hêvî, were bi destgirtin.

 

Ji Dortmûndê ber bi Kolnê

Pişt konferansê ciwan wê di 4’ê Îlonê de li Dortmûndê dest bi meşê bikin. Ew ê her êvar li malên Kurdan bibin mêvan. Meş wê bi rêzê, ji Bochum, Essen, Oberhausen, Dûisburg, Neuss, Dusseldorfê derbas bibin, di 8’ê Îlonê de li Koln Mulheimê bidawî bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.