- Omer Ocalan: Tecrîd, ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye. Nêzî 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin şer heye. Çareserî rêbaza diyalog û muzakereyê ye. Ne tecrîd e.
Rojnamevan Zerya Can Riha ji bo ANF'ê bi parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan re li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan peyiviye. Omer Ocalan bi bîr xist ku di demên dawî de hin hesabên medyaya civakî der barê jiyan û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de hin îdîa parve kiribûn û got, “Çavkaniya vê parvekirinê jî parlamenterekî MHP’î hate destnîşankirin. Ev zêdetirî salekê ye, ti agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin û em ji vê rewşê bifikar in. Salekê bênavber parêzer û malbat ji bo hevdîtinê miracaet dikin, lê hemû têne red kirin. Herî dawî ji grava Îmraliyê midûrê girtîgehê li Mehmet Ocalan geriya û got, '25 Adarê di saet 13:45'an de li dozgeriya Rihayê amade bin, wê hevdîtina bi telefonê çêbe. Li gel wasî û parêzer Mazlûm Dînç me xwe amade kir û di wê saetê de em li dozgeriya Rihayê amade bûn. Di 25'ê Adarê de tevî bavê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç em çûne Edliyeya Rihayê. Di saet 2:00’an de bavê min ket hundirê menzelekê û piştî bîstekê ji wir derket. Bavê min got, ‘Piştî çend kêliyan telefon qut bû’. Tenê 4 deqîqe û nîva mafê telefonê dewam kir. Me ji rayedarên li wir pirsî. Me xwest em serdozger bibînin. Serdozger got, hevdîtin bi dawî bûye.”
Fikar zêde bûn
Omer Ocalan got, vê yêkê fikarên wan zêdetir kirine: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de behsa heq, hiqûq û qanûnê kir û destnîşan kir ku hevdîtineke bi vî awayî ne rast e. Got, hevdîtineke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Her wiha bêyî ku Birêz Ocalan û birayê xwe xatir ji hev bixwazin telefon qut bûye. Heger mirov navekî li vê hevdîtinê bike, ê karibe bibêje hevdîtineke korsanî ye. Dewlet vê yekê bi plansazî dimeşîne. Ev nêzîkatiyeke qirêj e. Li wir qanûn jî nemaye êdî. Ew jî binpê kirine.
Birêz Ocalan vê bêhiqûqî û plansaziya dewletê fêm dike û ji birayê xwe dipirse. Tu li ku derêyî? Kê tu anî wir? Kê telefonî te kir? Tu çawan hatî wir? Birêz Ocalan dibêje, ‘hatina te ya wir ne rast e, dewlet jî ne rast tevdigere. Divê parêzerê min werin vir û ez li vir hevdîtinê bikim. Ev tiştekî hiqûqî ye. Piştî vê yekê telefon tê qutkirin. Lê binerin, telefonî malbatê dikin, dibêjin, wê hevdîtin çêbibe. Lê hevdîtineke 4 deqîqe û nîv. Ev, ne qanûnî, ne jî hiqûqî ye. Bi vî awayî fikarên me zêde bûn."
Helwêsta CPT li dijî tecrîdê çi ye?
Omer Ocalan rewşa heyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan weke êşkence bi nav kir û got, "CPT, qaşo dibêje, ez li dijî êşkenceyê têdikoşim. Li giravê êşkenceyeke mezin heye. Ev, nayê qebûlkirin. Ka saziyên hiqûqê yên navneteweyî. Ma qey nabînin? Kesên dibêjin 'Em demokrat in, em li dijî êşkenceyê ne' ka li ku ne? Birêz Ocalan û yên li cem wî bi êşkenceyeke derûnî re rû bi rû ne. Em nizanin bê li wir çi diqewime. Dewlet, tiştinan vedişêre. Planek kiriye. Ev planeke qirêj e. Divê CPT li dijî tecrîdê helwêsta xwe nîşan bide û xwedî li rol û misyona xwe derkeve. Divê Konseya Ewrûpa, Yekitiya Ewrûpa û Dadgeha Mafê Mirovan zextê li Tirkiyeyê bikin û Tirkiyeyê hişyar bikin.
Tecrîd, ji bo Tirkiyeyê destpêka pêvajoya şer, qeyran û aloziyê ye. Nêzî 40 sal in ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin şer heye. Çareserî rêbaza diyalog û muzakereyê ye. Ne tecrîd e. Nasname, maf, heq û hiqûqa Kurdan nayê naskirin. Birêz Ocalan jî tîne ziman ku pêwist e pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Birêz Ocalan ji bo rêbazên çareseriyê gelek pêşniyaz kirin. Gelek proje bi pêş xistin. Lê li dijî van pêşniyaz û projeyan tecrîd giran kirin. Gel daxwazên xwe li Meydanên Newrozê dubare anîn ziman. Tenduristiya Ocalan bûye tenduristiya milyonan mirovan. Gelan di Newrozê de îşaret bi Birêz Ocalan kir û peyam da dewletê.”
NAVENDA NÛÇEYAN