Ocalan: Ne barê girtiyan ê me ye

Çarşem 28 Tîrmeh 2021 - 05:56

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi bîr xist ku bidawîkirina tecrîd û şer li Îmraliyê wê bibe. Mehmet Ocalan got, divê berpirsyarî tenê ji hepsan re neyê hiştin û civak hemû ji bo vê hewl bide.

Ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan, li tevahiya hepsên dewleta Tirk di 27'ê Mijdara 2020'an de bi beşdariya hezaran girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor  dest pê kir. Grev di roja 143'yan de didome.

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bariş Polat li Rihayê bi endamên malabata Ocalan re Fatma û Mehmet Ocalan re peyivî.  

Mehmet Ocalan, gotiye, "Li vir bang li gelên Kurd, Ereb, Tirk û gelên din dikim; serok ne mirovekî weke her kesî ye. Qet nebe bila parêzerên xwe bibîne. Li Tirkiyeyê hiqûqa kêm jî êdî nema ye, berteref kirine."
 
Bang li DMME û CPT'ê kir

Mehmet Ocalan erka rêxistinên navneteweyî û Ewrûpî jî bi bîr xist û got, "Ewqas jî zilm nabe. Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin. Gelo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û CPT ku ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê hatiye avakirin li ku ne? Ev sazî çima peywira xwe bi cih naînin.? Ew ji axaftina Serok ditirsin a ku dikare pêşiyê li xwîna dirêje, bigire."  

Tecrîd hebe çareserî nîne

Mehmet Ocalan, têkildarî şerê li Herêma Kurdistanê jî axivî û got, "Heke bi Serok re diyalog bê danîn, ev şer di hefteyekê de wê bi dawî bibe. Divê mirov pirsgirêka Kurd baş bizane û bişopîne. Pirsgirêka Kurd 200 sal e didome. Di vê rewşê de kesê ku pirsgirêkê çareser bike Serok e. Ne tenê li Başûr li her derî xwîn diherike. Heke deriyên Îmraliyê vebin, ev pirsgirêk wê çareser bibe. Heke bi Serok re diyalogê deynin û dewlet bixwaze, şer di nava hefteyekê de wê bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bidome çareserî ne mumkin e."

Mehmet Ocalan grevên birçîbûnê û êdî her 15 rojan careke bi dor jî bi bîrxistin û ji bo derengnemayînê jî hişyar kir: "Di çalakiya beriya niha de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Dewlet muxatebê vê daxwazê ye. Greva birçîbûnê bi qasî aliyê xwe yê mirovî, siyasî ye. Me bar hiştiye li ser milê mirovên di nava 4 dîwaran de. Muxatebê bingehîn ê peywirê kesên li derve ne. Ev peywir peywira me ye. Divê derfet bên çêkirin. Divê em bibin dengê greva birçîbûnê. Bang li demokrat, rewşenbîr û herkesî diki, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin."

Fatma Ocalan jî got, "Berê mehê careke me karibû wî bidîta. Lê êdî qet nahêhilin em hevdîtinê bikin. Ez dixwazim ev şer bi dawî bibe û tecrîd rabe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.