Nûneriya Rêveberiya Xweser a li Cenevre Tirk û beesî aciz kirin

Nûçeyên Dîaspora

În 3 Îlon 2021 - 03:09

  • Hikûmeta Swîsreyê, li ser nerazîbûna Enqere û Şamê, vekirina nûneriya Rêveberiya Xweser weke komele parast û di heman demê de li ‘yekparebûna xaka Sûriyê’ ya ku ‘tenê li ser kaxezê ye’ jî xwedî derket.

Li gorî kanala radyoyê ya dewletê ya Swîsreyê Radio SRF radigihîne, dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi rêyên dîplomatîk zextê li hikûmeta Swîsreyê dikin. Hikûmeta Swîsreyê bi bersiva xwe xwedî li vekirina nûneriyê derket lê weke ku nûnerî, ne nûneriyeke fermî, lê tenê komeleyek be tevgeriya. Li gorî nûçeya Radio SFR’ê Şamê notayek daye hikûmeta federal a Swîsreyê ya li paytext Bernê. Herçî dewleta Tirk e, li Enqerê, sefîrê Swîsreyê vexwendiye wezareta xwe ya karên derve û hikûmeta Swîsrî hişyar kiriye.

Ji wezareta karên derve ya Swîsreyê rayederekî pêr ev nûçe piştrast kir. Li ser pirsa ajansa nûçeyan Keystone-SDA’yê, wezaretê got, nûneriya li Cenevreyê, li gorî qanûna medenî ya Swîsreyê weke komele hatiye avakirin û navê wê fermî “Buroya Rêveberiya Xweser a Baur û Rojhilatê Sûrî” ye. Wezaretê got, ji Swîsreyê komele bi awayekî azad û bêyî ku sedemeke fermî nîşan bidin dikarin bên damezrandin. Yanî hikûmeta Swîsreyê li hebûn û damezrandina buroyê xwedî derdikeve, lê wê weke komele bi nav dike. Bi vî awayî jî dixwaze îdîa bike ku têkiliyên wê bi Rêveberiyê re nînin û berpirsiyariya vekirina nûneriyê jî ne ya wê ye, ya qanûna medenî ye.

Seroka Komîsyona Siyaseta Derve ya Parlamena Neteweyî Tiana Moser jî destekê dide wezareta karên derve ya Swîsreyê. Tiana Moser a ji Partiya Kesk Lîberal li ser mijarê got, Swîsre welatekî azad e û hêzên Kurdan jî dikarin xwe di komeleyan de bi rêxistin bikin. Wê ji Radio SRF re got, heger Kurd rêzê nîşan bidin ji “nîzama dewleta hiqûqê û nirxên me” re, dikarin xwe bi vî awayî bi rêxistin bikin.

Yekparabûna li ser kaxezê diparêze

Herçî wezareta Karên Derve ye, dibêje, Swîsre ‘yekparebûna xaka Sûriyê’ nas dike, lê halê hazir ev yekparebûn ji mêj ve tenê li ser kaxezê heye: “Ji mêj ve ye ku rejîma li Şamê welêt hemûyî kontrol nake, qismên welêt ên li bakur û bakurrojhilat li ser sînorê bi dewleta Tirk re di kontrola hêzên Îslamî û Kurdan de ne, ew wan bi rê ve dibin.”
Wezaretê wekî din got, Swîsre li Sûriyê angaje ye û ev angajmana wê jî serbixwe ye ji xetên şer ên aliyan. Wezaretê îdîa kir ku angajmana wê li ser esasê prensîpên insanî ava ye û li gorî pêdiviyên xelkê nexasim jî yên jin û zarokan tên diyarkirin.

Ji rexneyan reviya

Wezaretê da zanîn ku heta niha ji sala 2011’an ve bi vî awayî wê 550 milyon Frankên Swîsrî (qederê 650 milyon dolar) alîkariya insanî daye Sûrî. Wezaretê ji bo ku xwe ji rexneyên Şam û Enqerê xilas bike her wiha got, ew destekê dide çareseriyeke siyasî ya krîza li Sûrî di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê.

Vekirina nûneriya Rêveberiya Xweser

Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, berevajî îdîaya wezareta karê derve ya Swîsreyê, 10’ê Tebaxa bihurî fermî weke nûnerî vebû. Televîzyona dewletê ya Swîsreyê SFR’ê jî 11’ê Tebaxa bihurî vekirina buroyê weke yekê ji nûçeyên sereke ya bultena xwe ya nûçeyan a êvarê hilbijartibû. Di nûçeyê de bi Cihgirê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser bedaran Çiya Kurd re, bi nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî re jî hatibû peyivîn. Nûnerên hikûmeta Swîsreyê û siyasetvanên Swîsreyî jî di merasîma vekirina nûneriya Rojava de amade bûn.

BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.