Nûçegihana NÛJÎNHA´yê birîndar bû

Nûçeyên Cîhan

Duşem 13 Mijdar 2023 - 16:21

Bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê dewam dike. Nûçegihana ajansa NûJînhayê Naxam Karajeh di encama êrişa Îsraîlê de li mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezeyê de birîndar bû.

Nûçegihana me heta vê kêliyê ji ber gef û êrişên li ser nexweşxaneyan nekariye birîna xwe derman bike û diyar kir ku cenaze li kolanan û li ber nexweşxaneyan mane. Nûçegihana me Naxam Karajeh a bi xwe birînên xwe pêçaye bi hêvî ye ku tavilê şer bi dawî bibe. Nûçegihana me ya ji serê xwe û lingê xwe yê rastê birîndar bû ragihand ku li taxa ku lê dimîne, 10 mal hilweşiyane.

Ji ber qutbûna înternet û elektrîkê, nûçegihana me di danûstandin û gihandina hûrgiliyên êrişan ên li ser Zîvala Xezeyê de zehmetiyan dibîne.

XEZE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.