Nûbihar û Herd derçûn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Hezîran 2022 - 22:12

  • Kovara çandî û hunerî ya Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû ya 159’an derçû. Kovarê bi vê hejmarê 30 salên xwe temam kirin.

Kovara çandî û hunerî ya Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû ya 159’an derçû. Kovarê bi vê hejmarê 30 salên xwe temam kirin.

Di vê hejmarê de Rohat Alakom bi nivîsa xwe ya “Venasîna heyranekî Kurdan: Hraçya Koçar”, Abdullah Încekan bi nivîsa xwe ya “Ceribandineke li ser prototîpa kurteçîrokê”, Xerîbe Şemsî bi nivîsa xwe ya “Di helbestên Feqî de bikaranînan hin heywanan” û Nacî Begê Miksê jî bi nivîsa xwe ya “Me daîma Kurdîtî ji xwe re mezinatî hesab kiriye!” cih digirin. Her wiha hin nivîs û helbestên din jî di vê hejmarê de hatine nivîsandin. 

Li hêla din jî kovara “Herd” a ku sê mehan carekê bi Kirmanckî û Kurmancî derdikeve, bi hejmara xwe ya 5’an xwînerên xwe hembêz dike. Kovara Herd bêhtir cih dide çîrok, helbest, werger û teoriya helbest û çîrokê.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.